* Serokê Qulûba Kiziltepe Belediyesporê Metîn Aslan, anî ziman ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin ji bo rêveberiya qulûbê gotiye "PKK'yî" û ji bo lîstikvanan jî gotiye "kadroyên çiyê yên PKK"ê û desteka aborî qut kiriye.
* Li Rêya Armûşê Mûrat Demîr, xalî û tejikên ku 20 sal in berhev dike wan dike çente, heybe û kilîdank; kundirên ku li baxçê xwe jî diçîne dike çira.
* Cenazeyê Behzat Yildirim ku piştî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, 2 sal şûnde li gundê wî hat veşartin. Dayika wî Berkîze Yildirim, got: "Her mirov carekê dimire, lê ên wekî min û kurê min sirf ji ber ku kurd in em du caran hatin kuştin. Du caran cegera me hat daxkirin."
* Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Sidki Ûyar, ji bo pêdiviya bi enerjiyê ji dêvla bendavên ku zirarê didin xwezatê û mirovahiyê enerjiya bayê pêşniyar kir û got: "Rêveberiyên herêmî bi avakirina kooperatîfên enerjiyê dikarin pergaleke enerjiyê ava bikin".
* Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Tanay Sidki Ûyar, ji bo pêdiviya bi enerjiyê ji dêvla bendavên ku zirarê didin xwezatê û mirovahiyê enerjiya bayê pêşniyar kir û got: "Rêveberiyên herêmî bi avakirina kooperatîfên enerjiyê dikarin pergaleke enerjiyê ava bikin".
* Danişîna doza Nisêbinê ya 70 kesên girtî cuda cuda tên darizandin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bidome. (10.00-17.00)
* Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad û TGS dê ji bo Rojnameger Azîz Oruç li şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi hevre daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30)
* Li Meclîsê dê niqaşên butçeya 2020'an bên kirin. (11.00)
* Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê, dê rapora tundiya li dijî jinê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parve bike. (11.00)
* Parazvanên maf, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî îhlala mafan, deklerasyonê aşkere bikin. (11.00)
* Jinên Wanî, dê têkildarî cînayetên jinan û kuştina Ceren Ozdemîr li Parka Feqiyê Teyran a Wanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* DÎSK, dê di çarçoveya kampanya "Heqê Herî Kêm a li gorî Rûmeta Mirov: 3200TL Net!” li pêş Peykerê Ataturk ê Ulusê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan ji bo girtiyên jin kartan bişîne. (13.00)