CINÊW - Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, ji bo Forûma Penaberan a Kûrewî ya 1'emîn çû Cinêwê. Lê belê ji NY û Swîsreyê tu rayedaran Erdogan pêşwazî nekir.
Wê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Yekîtiya Neteweyî (NY) û Yekîtiya Swîsreyê, di navbera 17-18'ê Kanûnê de li Ofîsa NY a Cinêwê Forûma Penaberan a Kûrewî ya 1'emîn li dar bixe. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo forûmê çû Cinêwê. Lê belê ji NY û Swîsreyê tu rayedaran Erdogan pêşwazî nekir.
Li balafirgehê tenê Balyozê Tirkiyeyê Îlhan Saygili û Qasidê Daîmî yê Tirkiyeyê yê NY'yê Sadik Arslan û çend kesên li gel wan Erdogan pêşwazî kirin û çûn Otêla Foru Seasonsê. Li otelê jî tu rayedaran Erdogan pêşwazî nekir.