ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, di parastina xwe ya di dema lêkolînkirina lêpirsîna derbarê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de got: "Di serdemeke ku kujer û tecawizkar tên berdan û li kuçe û kolana ne, doza tehliyekirina xwe nakim." Her wiha Fîgen Yuksekdag jî beyanên xwe yên berê dubare kir.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20'ê Îlona 2019'an de ji bo bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobaniyê, derbarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê de biryara girtinaê dabû. Îdianameya derbarê Demîrtaş û Yuksekdagê de nehatiye amadekirin, lê belê lêkolînkirina derbaarê girtina wan di 13'ê Kanûnê de wekî danişînekê pêk hat.
Di danişîna li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 4'an de Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Yuksekdag, parêzî nekir û beyanên xwe yên berê dubare kirin.
Demîrtaş jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Demîrtaş di parêziya xwe de destnîşan kir ku ew rehîneyekî siyasî ye, doza tehliyekirina xwe nake û got: "Di serdemeke ku kujer û tecawizkar tên berdan û li kuçe û kolana ne, doza tehliyekirina xwe nakim."