NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di serhildana benzînê ya li Îranê de herî kêm 304 kes hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên din jî Hezar û 500 kes hatine kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) der barê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek amade kir. Li gorî rapora Amnesty International tenê di 15 û 18’ê Mijdarê de, di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 304 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di rapora rêxistinê de hat gotin ku li gorî şahidên bûyerê, dewleta Îranê bi planekê rê li mirovan girtiye ku behsa bûyeran bikin. Rêxistinê da zanîn ku li gorî dîmen û şahidên bûyerê, hêzên Îranê bi awayek rasterast gule berdane xwepêşanderan. Hate gotin ku di dema xwepêşandanan de bi hezaran xwepêşander, rojnamger, xwendekar û çalakvanên mafê mirovan hatine destgîrkirin. Li gorî rapora Amnesty di xwepêşandanan de 180 kes bi hinceta ku pêşengtî ji xwepêşandanan re kirine, hatine binçav kirin. Hat diyarkirin ku fikara cezayê kuştinê li ser van kesan heye.
Di rapora Amnesty International de wiha hate gotin; “Dewleta Îranê xetên înternetê qut kir û hewlda rê li ber belavbûna dîmen, wêne û nûçeyên xwepêşandanan bigire. Bi giştî 9 roj li Îranê înternet hate qutkirin. Li rexmê mehek bi ser xwepêşandanan re çûye, hîn jî hêzên Îranê li seranserê Îranê operasyonên destgîrkirinê dike.”
Çavkaniyên muxalif ên Îranê jî diyar dikin ku hejmara kuştiyan gelek e û herî kêm Hezar û 500 kes hatine kuştin û navê 504 kesan weşand. Li gorî heman jêderkê li herêma Tehranê 400, li Kirmanşanê 320, li herêma Fasê 270, li Hûzistanê herî kêm 240, li Îsfahanê herî kêm 120 û li Kerecê jî herî kêm 100 çalakger û xwepêşander hatine kuştin.