AGIRÎ - Hevjîna Murat Kaya ya li Gundê Mûşîyan ê Dutaxa Agiriyê Zozan Mihyeddin ku ji Kobanê ye, piştî bûyerê hat binçavkirin û 7 roj şûnde hat berdan. Mihyeddîn, anî ziman ku di bin çavan de her dem gafa 'Em ê te bişînin Sûriyeyê' li wê xwarin û got: “DAÎŞ'ê li Kobanê bavê min kuşt, Dewleta Tirk jî li Agiriyê jî hevjînê min kuştin."
Eskeran di 6'ê kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agiriyê de girtin û bavê 3 zarokan Murat Kaya ê (28) salî kuştin. Hevjîna wî Zozan Mihyeddin (22) û 10 kesên din binçavkirin. Zozan Mihyeddîn piştî 7 rojan di bin çavan de ma û serbest hat berdan, roja bûyerê û zextên di bin çavan de li wê hatine kirin vegot. Mihyeddin wiha got: "DAÎŞ'ê li Kobanê bavê min ê bêguneh kuşt û dewleta Tirk jî hevjînê min kuşt. "
Zozan anî ziman ku li bajarê Hasekê ji dayik bû û piştî demekê malbata wan li Kobanê bi cih bûn. Mihyeddîn, da zanîn ku heta 15 salan li Kobanê ma û wiha got: "Piştî DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ez li gel malbat û 2 xwişk û birayên xwe yên biçûk hatin Tirkiyeyê. Me li Edene û Hatayê karê baxçeyan kir û debara xwe kir. Di sala 2016'an de me li Hatayê Murat Kaya nas kir." Mihyeddîn piştî Murat nas kir zewicîn û li Gundê Mûşiyan ê Dutax a Agiriyê bi cih bûn. Li vir zarokê wê Mahkum (3) û Yusuf (2) û Mîran a 6 mehî ji dayik bûn.
Hevjînê Zozan Mihyeddîn, Murat Kaya, ji bo debarê karê înşaetan kir. 20 roj berê ji Navçeya Antakya ya Hatayê hat gund. Zozan Mihyeddîn, qala roja bûyerê kir û wiha got: "Xwesiya min hat bang li Murat kir. Got 'Murat rabe esker hatine. Ka binere çima hatine?' Murat jî pantolon û montê xwe li xwe kir û derket derve. Min got neçe. Lê li min guhdar nekir. Got 'Tu biçe hundir ezê bêm' Min di şibakê re lê nerî. Dema derket derve eskerek hat ew li ser dev dirêj kir. Piştî li ser wî lêgerîn kirin ew rakirin û berê wî dan dîwar, piştre ew birin mala cîranê me. Piştî dengê çekan hat ez tirsiyam. Ez nekarîbûm derkevim derve. Piştî dengê çekan êdî min mûrat nedît."
'GEF LI MIN XWARIN'
Mihyeddin, da zanîn ku piştî dengê çekan eskeran destûr nedan kes ji malên xwe derkevin û wiha lê zêde kir: "Ji ber em nekarîbûn ji hundir derkevin agahiya me tune bû ku Murat kuştine. Piştî bûyerê ez û 8 kesên din hatin binçavkirin. Em 7 rojan di bin çavan de man. Saet di 16.00’an de esker hatin û li malê lêgerîn kirin. Her der belav kirin. Piştî tiştek li malê nedîtin, ez binçav kirim. Ez birim Qereqola Cendirmeyan a Dutaxê. Esker hatin û gotin 'Hevjînê te terorîst e. Bi mere ket şer û hat kuştin' Lê esker baş zanin ku hevjînê min ne terarîst e. Tevî min 4 jin li gund hatin binçavkirin. Çêrên pir xerab ji kesên hatin binçavkirin re kirin. Xwarin nedan me. Zarokên min biçûk li malê bûn. Min nikarîbû şîr bidaya wan. Dema min çû îfade da, min gundiyên din ji dît. Ruyê wan birîn bûbû. Nikarîbûn bimeşiyana. Gef li min xwarin û gotin 'Em ê te bişînin Sûriyeyê' Min got 'Hevjînê min we kuştiye. Lê gotin 'Zorê ji mere dernexe. Em ê te bigirin û tu zarokên xwe nabîne' Piştî hevjînê min kuştin, bi zora malbata min destûr dan ku ez tev li cenazeyê hevjînê xwe bibim. Beriya min bibin 2 derzî li min xistin û 2 polîs ketin milê min ku ez nerevim. 7 rojan di bin çavan de mam û 3 caran rastî lêpirsînê hatim.
Mihyeddin, da zanîn ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ji ber bavê wê ji Kobanê derneket agahiyan ji bavê xwe nastîne û wiah got: "DAIŞ'ê bavê min ê bêguhen kuştin. Me cenazeyê wî jî nedît. Niha jî dewleta Tirk hevjînê min kuşt. Ez 7 rojan dûrî zarokên xwe mam. Ez biçim alîkariyê ji kê bixwazim? Hevjînê min birin mala cîranê me û li wir kuştin. Eleqeya wî bi tu tiştî tune bû."