NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd Rojîn Ferho, layiqî Xelata Mezin ya Rojnamevaniyê ya Kraliyeta Belçîka Belgodyssee hate dîtin.
Weqfa Kralê Belçîka Filip, bi desteka Radyo-Televîzyona VRT û RTBF ya Frensîzî, her sal xelatê dide rojnamevanên serketî. Jina Kurd Rojin Ferho, li Zanîngeha Brukselê Fakulteya, pola dawî ya rojnamevaniyê dixwîne, ji bo televizyonê bernameyek, bi nave “ jiyana xwezayî û civakî” amade kir a xelata mezin girt. Weqfa Kraliyeta Belçîka, îsal jî, Rojîn Ferho û hevalên wê layiqî xelata prestijê ya weqfê dîtin. Merasima xelatdayinê, li Saraya Kraliyetê hate li dar xistin. Kralê Belçîka Philps, di 11ê kanuna 2019'an de, ligel hevalên Rojîn Ferho yên rojnamevan, xelat radestî keça Kurd Rojîn Ferho kir. Rojin Ferho, di merasimê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Cihan dibin zext û zorek mezin de ye. Ji ber xelatê ez gelekî kêfxweş im. Ev xelat, ji bo min û hevalên min morale mezin e. Rojnamevanî karekî giran e, lê giring e."
Rojin, diyar kir ku ew bi zimanê Flemanî dixwîne û ligel rojnamevan Gijs Ramboer karê xwe dimeşîne û wiha lê zêde kir: "Ji bo desteka rojnamevanê şer hempîşeyê me Rûdî Vranckx jî em ssas dikin. Ez bi taybetî bi Rojhilata Navîn re mijul dibim. Li Rojhilata Navîn gelên bindest hene û herêmn serbixwe hatine ava kirin, lê islamîstên tundraw êrîşî wan herêeman dikin, lewma bala min dikişîne. Belkî ez kurd im û gelê kurd jî dibin zext û zorek mezin de ye, lewma bala min dikişîne. Ez spasî Kraliyetê, saziyên medya ku her sal vê xelatê didine rojnamavenan dikim. Xelat ji bo min serbilindî ye û moralek mezin da min û hevalên min."