WAN - Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol, têkildarî Rojnameger Azîz Oruç ê 6 roj in di bin çavan de ye diyar kir ku Azîz Oruç hem rojnameger e û hem jî şagirtê wî ye û got: "Em ji serî heta dawî şahid in ku Oruç rojnameger e. Ez dê rojnamegeriya wî ji hemû cîhanê re vebêjim."
Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol, têkildarî binçavkirina Rojnameger Azîz Oruç ê li navçeya Bazîdê ya Agirî di 11'ê kanûnê de hat binçavkirin û 6 rojin li Midûriyeta Polîsan a Bazîdê tê girtin axivî. Aykol, anî ziman ku Azîz Oruç hem rojnameger e û hem jî şagirtê wî ye û wiha got: "Hemû kesên di nava medya kurd de cih digirin şahid in ku Orûç rojnameger e. Ne tenê kesên çapemeniya kurd dişopîne, hemû kesên televîzyonê dişopîne dizane ew rojnameger e. Salekê li Wanê rojnamegerî kiriye. Dîsa ji Rojava nûçe derbas kirine. Dema Azîz Oruç tê gotin hemû kesên medya Kurd dişopîne dizanin Oruç rojnameger e."
WEZÎR JI BO BANDORÊ LI SER DARAZÊ ÇÊKE DAXUYANÎ DA
Aykol, bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Karên Hundir û wiha lê zêde kir: "Daxuyaniya der barê Oruç a "terorist" ji bo bandorê li ser darazê bike hat kirin. "Wezareta Karên Hundir daxuyaniya ‘terorist e’ da. Piştî vê daxuyaniyê wezîr û dadger dê bitirse ku wî beraet bike. HDP’iyên alîkari danê bi hinceta Oruç wekî terorîst pênase kirin, bi îdîaya "alîkarîyê" hatin girtin. Pir bi lez û bez girtin. Nizanin dê çi qulpê bi Azîz Oruç vekin. Pirsên ‘Çi karê te li ser sînor hebû? Te nûçe ji bo ku çê dikirin? pirsên beradayî û tewş in. Ez çûm Bekayê jî û 2 caran çûm Qandîlê jî. Ez li wir bi kê re axivîm çi axivîm, min nivîsî û weşad. ne Doz li mih hat vekirin. Min ceza jî girt û beraet jî bûm. Rojnameger ji bo xwe bigîne nûçeyê her tiştî dikie. Azîz Oruç rojnameger e. Ev dozên bi vî rengî tên vekirin ne tenê ji bo Azîz Oruç, ji bo hemû rojnamegerên li qadê bitirsîne ye. Oruç hevalê me yê xebatê ye. Hempîşeyê me ye û şargirtê min e. Ez ê wî bi cîhanê bidin naskirin. Em dê wekî rojnameger li wî xwedî derkevin. "
Aykol, da zanîn ku li Tirkiyeyê zêdeyî 160 rojnameger girtî ne û wiha bi dawî kir: "Ji rojnamegerên girtî 20 hevalên me yên di qada çapemeniya azad de xebitî ne. Ji wan re dibêjin ‘terorist’. Ev mirov li ser çalakiyê nehatin girtin.
Di destê wan de çek nehatin girtin. Dozên der barê me de hatine vekirin ji ber nûçeyên ku me çêkirine. Di çend salên dawî de der barê min de 63 dosya hatine vekirin. Ez hatim girtin û hatim berdan. Wekî rojnameger hatim berdan. Dosya min a nehatiye erêkirin li dadgeha bilind e. Dibe ku ez 15, 20 salên din dîsa bêm girtin. Komîteya Parastina Rojnamegeran rojên borî diyar kir ku li Çînê 48 rojnameger û li Tirkiyeyê 47 rojnamger girtî ne. Raqamên wan li ser kesên ku dewletê karta zer daye wan hatiye amadekirin. Lê di rastiyê de zêdeyî 160 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne. Di nava cîhanê de Çîn wekî yekemîn û Tirkiye wekî rêza duyemîn bi cih kirine. Lê di aliyê nifûsê de, nifûsa Çînê 1 milyor û 200 milyon e. Nifûsa Tirkiyeyê jî 80 milyon e. Li gorî nifûsî Tirkiye di rêza yekemîn de ye."