NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên motora lêgerînê ya herî mezin a Cîhanê Googleyê, welatê ku herî zêde kurd meraq kiriye Amerîka ye.
Motora lêgerînê ya herî mezin a Cîhanê Google daneyên xwe yên sala 2019'an aşkera kir. Li gorî van daneyan welatê ku herî zêde kurd meraq kiriye û li wan geriyaye Amerîka ye. Peyva “Kurds (Kurtd)" di Cîhanê de herî zêde li Washingtonê populer bûye. Bi dorê bajarên mîna Yonkers, Los Angeles, Chîcago, Phîladelphîa, New York, Toronto, Sydney, Londra, Melboûrne û Steanbolê Washingotnê şopandine.
Di lîsteyên pirsên ku li ser Google hatine kirin de herî zêde “Turkey Kurds” derketiye pêş û di pey de jî “who are the kurds”.
Li gorî salên borî, di sala 2019'an de gelek kes peyvên mîna kurd, Kurdistan û Rojava geriyane û xwestine derbarê kurdan de bibin xwedî agahî. Ev rêje ji salên borî gelek zêdetir e.