MEREŞ - Kurê Elîf Kısa ku li ser îfadeyên şahidekî veşarî hat girtin, Ahmet Kisa yê ker û lal diyar kir ku dayika wî nexweş e û bêsûc e. Kisa, da zanîn ku dayika wî ji ber wesîbûna girtiyekî ya bi destûra Wezareta Dadê tê sûcdarkrin.
Elîf Kisa (64), di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve hatibû destpêkirin de, di 3'ê Kanûnê de li navçeya Elbistanê ya Mereşê hatibû girtin. Hevjînê Kisa, Alî Kisa û zarokên xwe yên ker û lal Ahmet û Îsmaîl Kisa civîneke çapameniyê li dar xistin. Civîn li atolyeya wêneyan a Ahmet Kisa hat dayîn û têkildarî sûcdariyên ku li Elîf Kisa tên kirin agahî hatin dayîn. Li gel astengbûna xwe ya ker û laltiyê ji beşeke daxuyaniya hatibû amadekirin ji aliyê Ahmet Kisa ve hat xwendin, beşa din jî bavê wî Alî Kisa xwend.
'DAYIKA MIN JIYANEKE TÊJE ÊŞ DIJÎ'
Kisa, a zanîn ku dayika wî 3'ê Kanûnê Roja Astengdaran hatiye girtin û wiha got: "Ez ji bûna xwe de ker û lal im. Kekê min Îsmaîl jî ji bûyîna xwe ve ji sedî 100 astengdar e. Kekê min bêyî kesekî nikare bijî. Niha her pêwîstiyên wî em dibersivînin. Êşa herî mezin jî dayika min kişand. Dayika min me bi sebr û şefqetê mezin kir. Dayika min jiyaneke têje êş dijî. Di 7 saliyê wê de bavê wê dimire û bê bav mezin dibe. Xwediyê qedereke ne baş e. Kekê min ê biçûk dema ku zanîngeh dixwend herî kêm 10 caran hat binçavkirin. Di sala 2005'an de jî winda bû. Heta niha em agahî jê nagirin. Dayika min gelek li ber vê rewşê dikeve."
‘POLISAN TIŞTEKÎ BIBE SÛC NEDÎT'
Kisa, destnîşan kir ku bav û dayika wî HDP'î ne û HDP'î bûn nayê wateya piştgirya 'terorê' û wiha domand: "Dewlet 90 milyon TL pere piştgiriya hilbijartinê dide HDP'ê. Wê demê dewlet jî piştgiriya terorê dike. Dayik û bavê min tenê ji bo aştiyê têdikoşin. Heta sala 2017'an dayik û bavê min 3 caran hatibûn binçavkirin. Bave min 2 mehan di girtîgehê de ma. Paşê dayika min jî beraet kir. Niha dîsa binçavkirin û girtin. Polisan li her derê mala nêrî. Lê tiştekî ku bibe sûc nedîtin. Dîsa jî dayik û bavê min girtin. Paşê li ser îttîrazkirinê bavê min berdna. Hê jî li ser dosya dayika min biryar nepeniyê heye. Şahidekî nepen li ser dayika min îfade daye."
'DAYIKA MIN NEXWEŞ E Û BÊSÛC E'
Kisa, anî ziman ku polisan ji dayika pirsî ne û gotine ku tu çima diçî serdana girtîgehê û axaftina xwe bi dawî kir: "Her wiha pirsa tu çima pere radizînî hesabên girtiyan. Dayika min bi biryara Wezareta Dadê bû wasî. Dayika pêwîstiyên girtityek ku tu kesî wî tuneye dibersivîne. Dayika min ji bo vî girtiyê di 9 salan de 14 hezar TL pere razandiye. Her hevdîtina ku diçê 100 TL radizîne. Ev yek di çanda me de jî heye. Mirov destvala naçe serdanan. Ev tiştekî qanûnî ye. Ez niha bangî wijdanê we dikim, kudera vê yekê endmatiya rêxistinê ye? Dayika min nexweş e û bêsûc e. Timik dermanan bi kar tîne. Tu delîl tuneye. Ez ji vir piştgiriya hemû canan dixwazim. Bila dayika min berdin."