DERSIM - Dengbêj Suleyman Dogan ku weke şahidê komkujiya Dersimê bi navê "Silo Qiz" dihat nasîn, li Dersimê bi beşdariya bi sedan kesî hat veşartin.
Dengbêj Suleyman Dogan ku weke şahidê komkujiya Dersimê bi navê "Silo Qiz" dihat nasîn, duh jiyana xwe ji dest dabû. Dogan, îro li Dersimê hat veşartin. Ji bo Dogan destpêkê, li Mala Cemê ya Piştevanî û Berbelavkirina Çanda Haci Bektaş-i Velî, merasîmek hat lidarxistin. Zarok û nebiyên dengbêj Dogan, Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglû, şaredarên navçeyan, Rêxistina Partiya Dmeokratîk a Gelan a Bajar a Dersimê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
Beriya merasîma li Mala Cemê, stranên Dogan hatin guhdarkirin. Lêkolîner û nivîskar Cemal Taş û li ser navê hunermendên Dersimê Mazlûm Buyuktaş, çend beşên jiyana xwe Dogan vegotin.
Piştî merasîma li Mala Cemê, cenazeyê Dogan, li gundê Mîlû yê girêdayî navenda Dersimê, ji aliyê bi hezaran kezkiriyên wî ve hat veşartin.
.