ANTALYA - Li Antalyayê zarokeke keç a 16 salî, li qerexê rê birîndar hat dîtin. Hat diyarkirin ku zarok ji ser û sikê xwe bi guleyan hatiye birîndarkirin. Zaroka giran birîndar li nexweşaneyê tedawiya wê dest pê kir.
Li taxa Sarilar a navçeya Manavgatê ya Antalyayê, duh bi şev zarokeke keç a 16 salî, li qerexê rê birîndar hat dîtin. Hat hînbûn ku zarok ji ser û sikê xwe bi guleyan hatiye birîndarkirin. Ha diyarkirin ku leşkerên çûne cihê bûyerê zaroka giran birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê û girtine tedawiyê.
Hat hînbûn navê keçikê R.A. ye û li Saziya Stirandinê ya Zarokan a Antalyayê dimîne.
Derbarê bûyerê de lêpirsînê hat destpêkirin.