STENBOL - Xwişka Hayrettîn Eren ku di bin çavan de winda bûbû Îkbal Eren, di panela ÎHD'ê ya "Panaromaya Mafê Mirovan" de axivî û pirsa xwe ya 'windakirina di bin çavan de çî ye?' wiha bersivand: "Desteserkirina mafê jiyan, darizandin û definkirina piştî mirinê ye."
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi munasebeta Hefteya Mafê Mirovan, li Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Odeya Avahîsaz û Endezyaran (ÎMO), bi sernavê "Panaromaya Mafê Mirovan" panelek li dar xist. Panela ku gelek parastvanên mafên mirovan beşdar bûn, bi axaftina vekirinê ya Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yollerî, dest pê kir. Yollerî destnîşan kir ku her serdemê binpêkirin mafan li Tirkiyeyê pêk hatine lê piştî îlankirina Rewşa Awarte zêdetir bûne.
'NE TENÊ JI BO KURDAN JI BO HEMÛYAN AŞTÎ PÊWÎST E"
Yollerî di axaftina xwe de qala binpêkirinên mafên mirovan ên di gelek mijaran de kir û ev tişt got: "Bêdengiya li dijî binpêkirina mafên mirovan, jiyanê teng dike. Ji bo vê yekê divê li dijî binpêkirinên mafên mirovan çalakî bên li darxistin û deng bê bilindkirin. Em îro ji bo axaftina vê yekê li vir in. Pêwistiya me bi aştiyê heye. Aştî ne tenê ji bo kurdan, ji bome hemûyan pêwîst e.
Piştî axaftina Yollerî rûniştina destpêkê ya panelê dest pê kir. Di panela ku moderatoriya wê ji aliyê Saniye Yûrdakûl ve hat kirin de weke axaftvan jî xwişka Hayrettîn Eren ku di 2'ê Îlona 1980'yî de di bin çavan de winda bûbû Îkbal Eren, Berdevka Komîsyona Peneberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglû, Parêzer Gulîzar Tûncer û Kenan Gungordu ku bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin, cih girtin.
'ZILMA KU LI NEKIRINA NEMAYE'
Îkbal Eren, destpêkê mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Dewlet destpêkê ji ewlehiya canê mirov berpirsyar in. Di 39 salan de zilmake ku bi nedan jiyandin nema. Li Tirkiyeyê, her desthilatdarî, li gorî xwe qanûnan guherandine û bi awayekî kêfî pêk anîne. Em malbatên ku xizmên wan di bin çavan de winda bûne, me van pêkanînê kêfî bi çavên xwe dîtiye."
Eren, pirsa 'windakirina di bin çavan de çî ye?' kir û bersiva wê jî wiha da "Desteserkirina mafê jiyan, darizandin û definkirina piştî mirinê ye. Bi îşkencekirinê windakirina kesekî nayê wê wateyê ku mafê wî kesî ji destên wî tên girtin, di heman demê de mafên xizmên wî jî ji destê wan tên girtin."
POLÎTÎKAYÊN BINPÊKIRINÊN MAFAN VEGOTIN
Gülsüm Ağaoğlu jî bi ser navê "Ferzkirina koçê û sûcên nefretê yên li dijî penaberan" pêşkêşiyek kir. Agaoglû, di pêşkşiya xwe de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî penaberan û koçberkirinê bi darê zorê ya kurdan.
Parêzer Tuncer jî bi ser navê "Di sala 2019'an de li Tirkiyeyê rastiya girtîgehan" pêşkêşiyek kir. Tuncer, pêşkêşiya xwe de li ser binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2019'an de pêk hatine rawestiya.
Karkerê bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin Gungordu jî bi ser navê "Bandora KHK'an a ser jiyana xebatê" pêşkêşiyek kir û rûniştina destpêkê ya panelê bi pirsubersivan dawî bû.