* Wê li Mêrsînê di 21'ê Kanûnê de bi hezaran mexdûrên KHK'ê bi yek dengî bibêjin "Em dixwazin bi awayekî mirovane bijîn". Mexdûrên KHK'yan gazî her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.
* Civaknas Engîn Sûstam, bal kişand ser întiharên li Tirkiyeyê diqewimin û got: "Wekî Dûrkheîm dibêje, întihar tenê ne tiştekî şexsî û civakiyî ne, bûyerine polîtîk in."
* Li navçeya Sûrê ku qedexe, rûxandin û înşeat didomin, kevirên malên dîrokî bi qamyonan tên kişandin û firotin.
* Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê dê 3'emîn Kongreya Xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Salona Dahwetê ya Ercîn a li Navçeya Niluferê li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê bi minasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya mafên mirovan li Odeya Mîmaran a Karakoyê panela "Panoramaya Mafên Mirovan" li dar bixe. (11.00/17.00)
* Malbata Elîf Kisa ya 70 salî ku li Navçeya Elbîstan a Gurgumê hat girtin û 2 zarokên ker û lal li pey xwe hiştin, dê li Karkeriya xwe ya resîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Meclîsa Jinan a Stenbolê dê bi armanca balê bikişîne ser kuştina jinan li Navçeya Beşîktaş a Stenbolê Performansa Dansa Las Tesis bidin pêşandan. (15.30)