Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike

  • rojane
  • 15:09 14 Kanûn 2019
  • |
img

AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan bertek nîşanî biryara beraeta bersûcên "Doza JÎTEM'ê" ya Enqereyê dan û gotin: "Ev biryarên pergala darazê yên bi vî rengî mixabin êşên me yên heyî qat bi qat zêdetir dikin." 

 
Xizmên windayan û Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 566’an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Nûner û rêveberên ÎHD û parazvanên mafên mirovan li pêş şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Baroya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Înîsiyatifa Heq û Odeya Tabîban a Amedê hevpar daxuyani dan. Li ser navê parazvanên mafên mirovan Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, diyar kir ku ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin û faîlên wan bên darizandin bi salan in bê navber têdikoşin. Yalçin, anî ziman ku ji bo êşên civakî bên dermankirin divê bi ronîkirina heqîqetê pêkan be." 
 
‘DI POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ DE ISRAR DIKIN'
 
Yalçin, da zanîn ku îhlalên mafên mirovan ên pir giran pêk hatine û wiha axivî: "Dewlet û îqtîdara siyasî xwedî erke ku van binpêkirina mafan ronî bike. Li aliyê din jî pergala darazê tevî ew qas belge, delîl û agahiyan dîsa faîlan diparêze û bincil dike. Pergala darazê êşa heyî li şûna derman bike, qat bi qat zêdetir dike. Mînaka vê yekê "Doza JÎTEM'ê" ya Enqereyê ye. Di navbera salên 1993-1996'an de li Herêma Enqereyê 19 kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Pergala darazê di van biryaran de mixabin, li xizmê windayan guhdar nakin." 
 
Yalçin, xwest di bin baneya Meclîsê de Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Xwerûbûna Paşerojê" bê avakirin û ji bo xebatê gav bên avêtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawî bû. 
 
Parazvanên mafên mirovan piştre gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û Madenê hat kuştin piştre li Deriyê Çiyê ji aliyê deh hezaran ve hat definkirin ziyaret kirin. 
 
 
LI ÊLIHÊ DI HEFTEYA 472'AN DE KOM BÛN
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 472’an de li pêş avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de parazvanê mafê mirovan û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ercan Başar, diyar kir ku bi daxwaza “Bila aqûbeta windayan bê ronîkirin, kesên ev êş bi malbatan dane jiyand8in bila bên cezakirin" dîsa li hev kom bûne û wiha got: "Em wekî parazvanên mafên mirovan, bang li rêveberên dewletê dikin. Em dibêjin bila edalet cihê xwe bibîne. Heta edalet pêk bê em ê vê têkoşîna xwe ya mirovî û li gorî hiqûqê berdewam bikin." -
 
Başar herî dawî çîroka Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat revandin û windakirin xwend û wiha got: "Ji bo di serî de Îsmail Bahçecî û hemû windayên din kujerên wan bên dîtn û darizandin divê îktîdara siyasî û hemû erkên dewletê erka xwe pêk bînin."  Parazvanên mafên mirovan piştî daxuyaniyê belav bûn.
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/12/2019
15:28 Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan
15:19 Ayşe Karahan spartin axê
15:10 Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît
15:09 Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike
14:44 '28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê'
14:32 HDP: Em ê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji bîr nekin
14:14 Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin