AMED – Polîsan bi ser goristana li Taxa Tekelê ya Farqînê de girt û gora Ramazan Yilmaz û kêlika gora wî jê kirin û li gel xwe birin.
Li Taxa Tekelê ya navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser goristana taxê degirt. Polîsan gora endamê HPG’ê Ramazan Yilmaz xera kir. Li gorî ragihandina şahidên bûyerê polîs di 11’ê kanûnê de nîvê şevê bi ser goristanê de girtine û gora Yilmaz rûxandine û kêlika navê Yilmaz li ser bûye rakirine û li gel xwe birine.
‘TEHAMULA WAN LI HEMBER GORA JÎ NEMAYE’
Birayê Yilmaz, Kerem Yilmaz da zanîn ku di hefteya mafên mirovan de êrişek wiha li hemberî goristanê nayê qebûlkirin û got ew vê êrişê şermezar dikin. Yilmaz anî ziman ku êdî bûye ku tehamulî gorên kurdan jî nakin û got: “Armanca van êrişan ew e ku êşê bi malbatan bidin kişandin. Beriya niha jî polîsan goristanê rûxandibû.”
DÊ GILÎ BIKE
Yilmaz got ew ê derbarê êrişa li dijî gora birayê xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan bide û giliyê polîsan bike.