Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin

  • rojane
  • 10:15 13 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX – Sê jinên siyasetmedar ên kurd û Taybet Înan li Silopya hatibûn kuştin. 4 sal bi ser kuştinê re derbas bû. Ayşe Sanir a hevjînê xwe yê 75 salî winda kir şopên guleyên wan rojên pevçûnan nîşan da û qala wan rojan kir.

Li navçeyên Silopya û Cizîrê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexeyan 4 sal li pey xwe hişt. Li Silopya qedexeya derketina derve 37 roj dewam kiribû. Di wan rojên qedexeyê de siyasetmedarên kurd Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sêvê Demîr jî di nav de welatiyên temenê wan di navbera 11 û 75 saliyê de diguherî 28 kesan jiyana xwe ji dest da. Nêzî 500 xanî zirarê dîtin. Cenazeyê Taybet Înan a 7 rojan li nava kuçeyê ma ket bin hişê her kesî û ji bîra tu kesî naçe. 
 
Yek ji welatiyên jiyana xwe ji dest da jî Hasan Sanir ê 75 salî bû. Sanir di nava xelkê de wek Mele Hesen jî dihat nasîn û yek ji rûspiyên Silopya bû. Sanir dema derdikeve qata duyemîn a mala xwe tê kuştin û cenazeyê wî 13 rojan ji wir bûyerê nayê girtin û malbata wî ji ber pevçûnan neçar dimîne malê terk bike û cenaze li wir tê hiştin. 
 
DOSYA SERGIRTÎ MAN 
 
Li ser dîwarê mala Sanir hêj şopa guleyan hene. Tevî ku 4 sal derbas bû jî hêj kujer derneketine holê. Dosyeya kuştina Sanir wek dosyeyên welatiyên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da di sala 2017’an de “Biryara lêgerîna daîmî” hildan refê. Hevjîna Sanir, Ayşe Sanir diyar kir ku çi dibe bila bibe ji bo kujerên hevjîna wê bêceza nemînin dê pêvajoya xwe ya hiqûqî bidomînin. 
 
QALA WAN ROJAN KIR 
 
Ayşe Sanir bi van gotinan behsa hevjînê xwe kir: “Wî seranserî jiyana xwe tu xweşiyê nedît. Her tim diçû HDP’ê. Partiyê û gel pirr jê hez dikir. Dema şer dest pê kir jî min jê re got dakeve jêrzemîna malê. Ew li qata jorê dima. Nîvê şevê bû bûka min kir qîrîn. Mele rabûye ber şibakê û sekvanan gule lê reşandiye û lêdabûn. Xwîna wî li odeyê belav bibû. Pişt re min lê mêze kir ku Mele jiyana xwe ji dest daye.”
 
Sanir da zanîn ku cenazeyê hevjînê wê 13 rojan di nava xwînê de li malê maye û wiha got: “Piştî Mele jiyana xwe ji dest da û şer giran bû, em neçar man ji malê derkevin. Kurê min ji rayedaran pirsa cenazeyê bavê xwe kir. Rayedaran jê re gotibû “Cihê bavê te li qata duyem xweş e. Hin ji wan li derve ne û mirîşk û kuçik milên wan dixwin.’ Cenazeyê Mele piştî 13 rojan ji malê hat wergirtin û me bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji me re gotin ‘we çawa wisa cenaze li malê parastiye.’ Lê eziyet li cenaze hatibû kirin.” 
 
‘SERÊ ME BILIND E’ 
 
Sanir diyar kir ku serê wan bi Mele serbilind e û got: “Min destê xwe da şahdamara wî. Min got em mirovên bêguneh û feqîr bûn. Dewlet çi ji me dixwaze. Em ê qet ji bîr nekin. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî li pey şopa doza wî bim. Binêrin li dîwarê mala me hêj şopa guleyan hene. Her cara ez li şopa guleyan dinêrim, zilma wan rojan ku li me kirin tê bîra min.” 
 
DI QEDEXEYA 37 ROJAN DE 28 KES HATIN KUŞTIN 
 
Navên kesên di qedexeya derketina derve ya Silopya de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, dayika Taybet Înan a cenazeyê wê 7 roj li nava kuçeyê ma, Yusuf Înan (40), Yusuf Yagci (25), Omer Masul (65), Omer Yalman (45), Îsmaîl Yevşan (55), Necatî Oden (18), Seyfettîn Sîdar (30), Salîh Erener (Dengbêj Salihê Şirnexî) (75), Omer Sayan (70), Ayşe Buruntekîn (40), Suleyman Çoban (70), Şiyar Ozbek (25), Îbrahîm Bîlgîn (18), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Yusuf Aybî (80), Huseyîn Guzel (70), Narînç Kizil (52), Aydin Mete (16), Hasan Yagmur (42), Îslam Atak (20), Şîrîn Altay (43), Hasan Sanir (75) û Mehmet Mete Kutluk (11). 
 
8 KES HATIN KUŞTIN 
 
Di qedexeya derketina derve ya 5’ê Nîsana 2016’an de ku hat ragihandin jî 19 rojan dewam kir. Di vê qedexeyê de jî Îsa Tonguç, Ahmet Tonguç, Muhyettîn Tonguç, Saadettîn Tonguç, Behiye Erener (45), Zulfiye Şalk (70), Esra Şalk (2) û Rahîme Sanir (14) jiyana xwe ji dest dan. 
 
DI DORPÊÇKIRINAN DE 13 KES HATIN KUŞTIN 
 
Li Silopya beriya qedexeyên derketina derve werin ragihandin di 7’ê tebaxa 2015’an de dorpêçkirin hatin destpêkirin û di van dorpêçkirinan de jî Ferhat Kartal, Nasîp Yeşîl (18), Kadrî Sencer (19), Fatma Yîgît, Mustafa Aşlig (16), Latîfe Tutuk (23), Kamuran Bîlîn (27), Mehmet Hidir Tanboga (15), Hamdî Ulaş (58), Mutalîp Pûsat (28), Halîl Can (22), Alî Oduk (20) û Fatma Ay (55) jiyana xwe ji dest dan. 
 
MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can
 

Sernavên din

14/12/2019
15:28 Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan
15:19 Ayşe Karahan spartin axê
15:10 Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît
15:09 Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike
14:44 '28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê'
14:32 HDP: Em ê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji bîr nekin
14:14 Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin