Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç

  • rojane
  • 09:28 13 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Oruç ku ji 2009 heta 2017'an di ajansên DÎHA û dihaber'ê de nûçegîhanî kir bi dehan nûçeyên taybet amade kir. Oruç ku gelek caran hat binçavkirin û berdan di rêveberiya Komeleya Cemiyeta Rojnamegerên Azad de jî cihê xwe girt. Gelek nûçe, dosya û bernameyên taybet ji bo ajansan û televîzyonan çêkir.

Azîz Oruç dema di DÎHA û dihaber de nûçegîhanî kir îmze avêt binê dehan nûçeyên taybet. Oruç zêdeyî 6 salan di DÎHA de nûçegîhanî kir û 9 mehan jî di dihaberê de nûçegîhanî kir. Oruç di heman demê de di rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) de cî cih girt. 
 
Çend nûçeyên ku di dihaber û DÎHA de bi îmzeya Azîz Oruç hatin weşandin wiha ne: 
 
Di 7'ê Adara 2017'an de bi ser navê "Uca: Êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê bi destê PDK'ê tê temamkirin" di ajansa dîhaberê de bi spota "Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî êrîşên ji aliyê komekî girêdayî PDK'ê ve li dijî Şengalê pêk hatin axivî û got, organîzasyona êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê li Enqreyê hatiye çêkirin, êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê bi destê PDK'ê tê temamkirin." weşand. 
 
Di 6'ê Tîrmeha 2017'an de bi ser navê "Bîrtane: Civîna 15'ê Tîrmehê rêya diçe kongreya neteweyî ye" û bi spota "Bi hewldana KNK'ê di navbera 15-16'ê Tîrmehê de bi tevlêbûna partiyên kurd, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û hin beşên cuda, Platrofma Yekitiya Neteweyî ya ji 300 kesî pêk tê hat avakirin û dê dest bi xebatan bike. Siyasetmedara kurd Mulkiye Bîrtane jî di vê xebatê de cih digire û got ku "Civîn ji bo yekitiya kurdan gavek e û rêya ku diçe kongreya netewyî ye." di dîhaberê de nûçe weşand. 
 
Di 1'ê Sibata 2017'an de bi ser navê "Buldan: Hewcehiya Tirkiyê bi ‘Komara Demokratîk’ heye" û bi spota Wekîla Serokê Meclîsê û Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan têkildarî referanduma ku dê bêjin “Na” diyar kir ku pêdivîya Tirkiyê bi rejîma yek zilamî tune bi Komarek Demokratîk heye û wiha got: "Ji bo vê yekê tekoşîn divê. Rêxistinkirina 'Na' dê serkeftinek mezin bîne.” di dîhaberê de nûçe weşand. 
 
Di 5'ê kanûna 2017'an de bi ser navê "Ziya Pîr: Ger AKP biçe dê krîza aborî çareser bibe" Aborîzan û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr pirsên me yên derbarê krîza aborî de bersivandin û diyar kir ku ji bo krîza aborî ji holê rabe pêwîste hikûmeta AKP'ê biçe û wiha got: "Şerê ku AKP li Kurdistanê dide meşandin ne tenê aboriye asta wê ya civakî jî gelek mezine. Tirkiye dê nikaribe ji bin vî barê şer derkeve. Êdî nikarin bêjin min çi gotiye ew e." li gel Rojnameger Dîren Yurtsever nûçe di dîhaberê de weşand. 
 
Di 27'ê Mijdara 2016'an de bi ser navê "Parêzerê Elçî, Karaman: Pêwendiya me bi dosyeya Elçî re qut bûye" û bi spota "Li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hat qetilkirin, her çiqas salek derbas bûbe jî, hîn jî kiryar nehatine dîtin. Endamê Komîsyona Lêpirsîna Cinayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê û parêzerê Tahîr Elçî Mahsûnî Karaman got: "Li gel di dosyeya Elçî de tu biryareke nepen tune ye jî, bi vê dosyeyê re têkiliye me qut bûye, mînak nayên dayîn, niha em nizanin dosye di kîjan merhaleyê de ye." di dîhaberê de nûçe weşand. 
 
DI DÎHA DE BI DEHAN NÛÇEYÊN TAYBET WEŞAND 
 
Di 25 Tîrmeha 2016'an de bi sernavê "Tuncel: Li dijî kurdan bi Ergenekonê re hevkarî hat kirin" û bi spota "Piştî hewldana derbeyê vala derket AKP'ya ku bi salan bû bi cemaetê re di nava hevkariyê de bû li dijî cemaetê operasyon da dest pê kirin, ji nû ve leşkerên girêdayî Ergenekonê anî ser kar. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel da zanîn ku piştî hevkarên bi AKP'ê li Kurdistanê li berxwedane qelibî, AKP ji nûve bi Ergenokonê re îtîfak ava kiriye." hat weşandin." di DÎHA'yê de weşand. 
 
Di 23'ê Cotmeha 2016'an de bi ser navê "Guven: Li Tirkiyeyê azadî tunebe, ji bo Mûsilê nikare bibe çareserî" û bi spota "Hevseroka KCD’ê Leyla Guven amadekariyên Tirkiyeyê yên têkildarî Mûsil, Rojava û derveyî sînor nirxandin û wiha got: “Li qisûrê nenêre kes baweriyê xwe bi gotina Tirkiyeyê ya 'Ez ê li Mûsilê bibim çareserî' nayîne. Heke li nav Tirkiyeyê azadî tune be, dê ji bo cînarê xwe, ji bo Mûsilê jî nebe çareserî." di DİHA de weşandin. 
 
Di 18'ê Tebaxa 2016'an de nûçeya bi sernavê "Dayika Aşitiyê objektîfa xwe ber bi çapemeniya azad ve hêl kir" û bi mahrec û spota " Li Wanê CRA, di baregeha kampanyaya "Nûçegîhanên Dildar" a ji bo 33 xebatkarên çapemeniya azad ên girtî hatibû destpêkirin û têkildarî girtina rojnameya Ozgur Gundem û binçavkirina xebatkarên wê, bo çapemeniyê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Dayika Aşitiyê Zekiye Kaya a beşdarî "Nobeta Nûçeyan" bû hat şopandin." di DÎHA'yê de weşand. 
 
Di  12'ê Çileya 2016'an de bi ser navê "'Hezkirina Melekê ya Sûrê tu car kêm nebû' û bi mahrec û spota "AMED (DÎHA) - Melek Alpaydin a ku tevî hemû êrîşan dest ji Sûrê berneda, bi guleya topê ya li malê ket jiyana xwe ji dest da. Xizmên Alpaydin, diyar kirin ku Melek tu carî nexwestiye ku ji Sûrê dûr bikeve û gotin "Hezkirina wê ya Sûrê tu car kêm nebû." " nûçe weşand. 
 
Di 13'ê Kanûna 2015'an de bi sernavê "Baluken: Ger şerê AKP’ê tunebûya dê xendek jî nebûya" bi mahrec û spota "AMED (DÎHA) - Serokwekîlê koma HDP’ê Îdrîs Baluken da zanîn ku AKP dixwaze li Kurdistanê qedexebûyînê bike wekî peragal û got xendekên ku hatine kolandin wekî hinceda êrîşan nîşan didin, bi armanca xweparastinê hatine kolandin. Baluken bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tê meşandin got li gel tecrîda girankirî ku tê meşandin, wekî ku şert û mercên tecrîda li ser Ocalan normal bûye nîşan didin." li gel Rojnameger Devran Toptaş nûçe amade kir. 
 
Di 1'ê Cotmeha 2015'an de bi ser navê "Yuksek: Êdî tu pirsgirêkên civakê li Enqere nayên çareserkirin" û bi spota "AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek diyar kir ku tu pergalên otorîter ên navendperest pirsgirêkên civakî çareser nakirin û riya çareseriya pirsgirêka rêveberiya xweser e. Yuksek anî zîman ku êdî tu pirsgirêkên civakê li Enqere nayên çareserkirin." nûçe weşand. 
 
Di 31'ê Gulana 2015'an de bi sernavê "Karkerên demsalî: Em ê di 7'ê hezîranê de bêjin HDP" û bi mahrec û spota "ENQERE (DÎHA) -Her sal di meha gulanê de ji bajarên Kurdistanê welatî ji bo karkeriyên demsaliyê koçî rojavayê Tirkiyeyê dikin. Pirsgirêkên karkerên demsalî ku bi salan in berdewam dikin, di 13 salên AKP'ê de berdewam kir. Karkerên demsalî ku ji hilbijartinê re demek kurt maye bi kelecanek mezin benda hilbijartinên 7'ê hezîranê ne. Karkerên demsaliyê yên ku li Polatliyê dixebitin dan zanîn ku dê di 7'ê hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û anîn ziman ku dê HDP bendê derbas bike û ji birsgirêkên wan re çareseriyê bîne." nûçe weşand. 
 
Di 12'ê Gulana 2015'an de bi sernavê "‘HDP dê bendê derbas bike û bibe dengê gel’ û bi mahrec û spota "ESKÎŞEHÎR (DÎHA) – HDP a ku hemû beşên civakê xwe di nav de dibînin, li Eskîşehîrê bi namzetên ku diyar kiriye vê eleqeyeke mezin dibîne. Ji namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê Hasan Huseyîn Karabulut got ku ew ê di hilbijartinan de dengekî zêde bigirin û nirxandina “HDP dê bendê derbas bike û bibe dengê gel” kir." nûçe weşand. 
 
Di 15'ê Îlona 2014'an de bi sernavê "Li 'Baxçeyê ekolojîk' de çandîniya organîk" di DÎHA de, 
Di 23'ê Tîrmeha  2014'an de bi sernavê "Di gorên komî de biryarek mînak"  di DİHA de, 
Di 23'ê Hezîrana 2014'an de bi ser navê "Deryaya Sînor ê Kapikoyê vegeriya deriyê pirsgirêkan" di DÎHA de
Di 11'ê Adara 2014'an de bi ser navê "Baluken: Ocalan girîngiyek mezin dide gelê Çewlîkê di DÎHA de, 
Di 21'ê Kanûna 2013'an de bi ser navê "Li Zanîngeha Dîcleyê zengilên xeteriyê lêdixe!" di DÎHA de, 
Di 14'ê Kanûna 2012'an de bi ser navê "Li 23 xwendekaran 143 sal ceza birî" di DÎHA de nûçe weşan
 
DI 2017'AN DE HAT BINÇAVKIRIN Û LI EDLIYA AMEDÊ HAT BERDAN 
 
Di 24'ê Tebaxa 2017'an de polîsan li ber deriyê ajansa dîhaberê Rojnameger û Nûçegîhanê dîhaberê Aziz Oruç, piştî kontrola nasnameyê binçav kirin. Polisan piştî Oruç birin nexweşxaneyê ji wir birin Edliya Amedê. Oruç derxistin 3'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê. Oruç ji ber li 2’emin Asliye Ceza ya Çinarê der barê Oruç de doz hatiye vekirin û îfade nedaye, der barê Oruç de biryara binçavirinê hatiye dayîn. Oruç piştî li dadgehê îfade da hat berdan.
 

Sernavên din

14/12/2019
15:28 Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan
15:19 Ayşe Karahan spartin axê
15:10 Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît
15:09 Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike
14:44 '28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê'
14:32 HDP: Em ê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji bîr nekin
14:14 Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin