AMED - Operasyona li dijî fermandarên payebilind ku bazarganiyê hişbirê dikin, piştî ku ji aliyê raya giştî ve hat bihîstin, mihwera wê hat guhertin. Hat hînbûn ku dosyaya gundiyên li ser îfadegirtina leşkeran hatine binçavkirin, cûda hatiye girtin.
Fermandarê Qereqola Navenda navçeya Licê ya Amedê Efserê Serçawiş M. û 3 çawişên pispor di 2'ê Kanûnê de li nuqteya kontrolê ya Qereqolê Mermera Fîsê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, bi 8 kîlo hişbirê hatin girtin. Efserê Serçawiş M. û 3 çawişên pispor sewqî edliyeyê hatin kirin û hatin girtin. Di îfadeyên xwe de diyar kiribûn ku berê jî bazirganiya hişbirê kirine û têkildarî têkiliya xwe ya bi gundiyên ku vî karî dikin re agahî dabûn. Leşkerên paye bilind ên ku bazirganiya hişbirê dikin, di lêpirsînên xwe de agahî dabûn ku ji ber ku sewqkirina hişbirê bi maşîneyên leşkerî dikin, di nuqteyên kontrolê de bi hêsanî derbas dibin û tora hişbijrê tenê bi Licê re bi sînor nîne.
LI MALA KEYA HIŞBIR HAT DÎTIN
Li ser îfadeyên leşkeran, li Licê derbarê 30 kesî de biryara lêgerînê hat derxistin. Di 3'ê Kanûnê de Keyayê berê yê gundê Sîsê N.Î. Keyayê gundê Tilê N.K. Û Keyayê gundê Gir A.Y. jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku Keyayê gundê Sîsê F.Î. ku bi ser mala wî de hatibû girtin û 15 kîlo hişbir hatibû destserkirin jî paşê hat binçavkirin. Piştî vê operasyonê derbarê dosyaya lêpirsînê ku li Amedê tê birêvebirin de biryara sînorkirinê hat dayîn.
WALÎTIYÊ PIŞTÎ 4 ROJAN DAXUYANÎ DA
Walîtiya Amedê piştî 4 rojan di 6'ê Kanûnê de têkildarî operasyonê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di kîs û bîdonan de ton û 36 kîlo hişbir hatiye desteserkirin. Di daxuyaniya Walîtiyê de qet qala ku operasyon li ser agahî dayîna leşkerên paye bilind hatiye destpêkirin nehate kirin û li gorî angaştan dê dosyaya lêpirsîna derbarê gundiyan de dê ji ya leşkeran cuda bê girtin.
KEYA HATIN BERDAN
Balkêş e 3 keya û keyakî berê ku li ser agahîdayîna leşkeran hatibûn binçavkirin, piştî dayîna îfadeyên xwe hatin berdan. Kirariyên îfadeyên kesên din ên di bin çavan de hê jî didomin.
HÊNÎ Û HEZRO JÎ LI DOSYAYÊ HATIN ZÊDEKIRIN
Li ser berfirehkirina lêpirsînê, li navçeyên Hênê û Hezroyê jî operasyona hatin kirin. Di 6'ê Kanûnê de li Hezroyê di wesayîta polisekî de 120 kîlo hişbir hat dîtin. Hat angaştkirin ku piştî vê yekê li Miduriyeta Polisan a Hênê jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û 3 polis ji peywirê hatine dûrxistin.