Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir

  • rojane
  • 09:21 12 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Yek ji kesên di "jêrzemînên wehşetê" de jiyana xwe ji dest da Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. Hevalên wê behsa wê kirin û gotin, Yukselê bi wêrekiya xwe pêşengtî ji gelê Cizîrê re kiriye. 

 
Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Qedexeya hatibû îlankirin 79 rojan dewam kiribû. Di dema qedexeyê de ji nêzî 300 kesên jiyana xwe ji dest dabûn 177 jê li jêrzemînên sê avahiyan ku ji bo wan tê gotin "jêrzemînên wehşetê" hêwirîbûn. Kesên li jêrzemînan hêwirîn bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Di nav van kesan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel jî hebûn. 
 
Yuksel ku gotibû "Ez dayik im, nikarim zarokên xwe bi tenê bihêlim" ji Cizîrê derneketibû, di sala 1973'yan de li navçeya Qileban a Şirnexê hatiye dinê. 
 
Di emrekî biçûk de hatiye zewicandin û dayika 2 zarokan bû. Hevjînê wê di 22 saliya xwe de di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest daye. Birayê wê Necmettîn Urun jî di sala 1995'an de ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin. Yuksel, di sala 2005'an de li Qilebanê di bin banê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de tev li xebatên siyasî dibe û heta sala 2011'an jî li Şirnexê bi awayekî çalak dixebite. Li Sêrt û Êlihê jî demeke dirêj di nav xebatên jinan de cih digire û di sala 2015'an de jî dibe Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê. 
 
CENAZEYÊ WÊ PIŞTÎ MIRINA WÊ BI 3 MEHAN HAT DÎTIN 
 
Di dema qedexeya derketina derve de gava operasyon dest pê kirin, gelek kesan berê xwe dabû jêrzemînên avahiyan. Yuksel jî ketibû jêrzemîna avahiyekê û di jêrzemînê de hatibû şewitandin û kuştin. Cenazeyê wê, pêşî ji hêla malbatekê ve tê wergirtin û malbat dibê qey cenazeyê zaroka wan e û evdişêre. Lê belê 3 meh şûnde piştî encamên DNA'yê kifş dibin, tê famkirin ku şaşiyek çê bûye û vê carê malbata Yukselê cenazeyê wê werdigire û di 12'ê Adara 2016'an de li Taxa Ozelî ya Qilebanê li cem gora birayê wê Necmettîn Urun tê veşartin. Cenazeyê wê tevî şara wê û tovên gulan tê veşartin. Her wiha Yukselê wesiyet kiribû ku di dema veşartina wê de strana "Sê Jinên Azad" bê gotin: Gava hat veşartin heman stran hatibû gotin. 
 
WÊREKIYA ASYA YUKSELÊ 
 
Hevalên Asya Yukselê behsa wê kirin. Hevseroka HDP'a Qilebanê Muzeyyen Rustemoglû ku bi saya Yukselê daxilî nav siyasetê bûye, anî ziman ku gava tu eleqeya wê bi siyasetê re tunebûye Yuksel hatiye cem wê û jê xwestiye bibe Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr. Rustemoglû, diyar kir ku bi xwe nebawer bûye, lê Yukselê ew qaneh kiriye. 
 
Rustemoglû, da zanîn ku wê demê li Qilebanê tenê siyasetmedarek jin hebûye ew jî Asya Yuksel bûye û got: "Piştî wê hin hevalên din ên jin jî daxil bûn. Gava HDP hat avakirin ez bûm hevseroka navçeyê. Hevala Asya, ji bo me jinan pêşengtî dikir û em daxilî nav siyasetê kirin." 
 
‘BÛ PÊŞENGA JINA' 
 
Rustemoglû, da zanîn ku paşê Yuksel çûye Cizîrê û li wir xebatên xwe dewam kirine û got: "Asya li Cizîrê bû. Ji ber vê demeke dirêj me hev du nedît. Gava me ew di televîzyonê de dît em hestiyar bûn. Pêşenga me jinan bû. Bi saya wêrekiya wê gelek hevalên jin daxilî rêveberiyê bûn. Jinan tesîr jê digirt." 
 
Ferîde Ender ku ew û Asya Yuksel nêzî 15 salan bi hev re xebitîne, anî ziman ku Yukselê li ber dilê jinan siyaset xweş dikir û dikir ku pêşiya wan vebike. Ender, got: "Tim gazî min û hevalên jin dikir û digot, werin partiyê. Bi vî awayî me hez ji partiyê kir. Cidiyeta wê ya di dema xebatan de, tesîreke mezin li me dikir. Em ê şopdarê têkoşîna wê bin." 
 
MA / Ahmet Kanbal –Mujdat Can

Sernavên din

14/12/2019
15:28 Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan
15:19 Ayşe Karahan spartin axê
15:10 Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît
15:09 Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike
14:44 '28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê'
14:32 HDP: Em ê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji bîr nekin
14:14 Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e
10:26 ‘Sedema sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîd e '
10:21 Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan
10:16 'Em şahid in ku Azîz rojnameger e'
10:07 ‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’
09:01 2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin
09:01 Qeyûm ket baxçê jinan!
09:01 Atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
09:01 Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin
09:01 Alinak: Pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes wesîqeyeke îbretê ye
09:00 Îdareya girtîgehê ji bo wêneyên hatin şandin got 'mustehcen' in
09:00 Der barê 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de îdianam hat amadekirin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN
13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin