STENBOL – Dayika girtî Asli Calihan, Zeynep Calihan diyar kir ku keça wê ji wan re ragihandiye ku polîs, tîmên taybet û cendirmeyan bi hev re bi ser qawîşên wan de girtine û gelek tiştên wan desteser kirine.
Asli Calihan a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Calihan ragihand ku li girtîgehê muameleya xerab li hember wan tê kirin û zextên giran li girtiyan tê kirin. Dayika Calihan, Zeynep Calihan duh çû girtîgehê û bi keça xwe re hevdîtin pêk anî. Calihan da zanîn ku keça wê jê re gotiye “Polîsan, tîmên taybet û cendirmeyan bi hev re bi ser gelek qawîşên girtiyên siyasî de girtiye.”
‘ROJNIVÎSKÊN BI KURDÎ JÎ DESTESER KIRIN E’
Calihan diyar kir ku di serdegirtinên qawîşan de rojnivîskên wan ên dersa kurdî jî hatine desteserkirin û got: “Keça min got hevalên wê yên di lênûskên xwe bi kurdî sêv jî nivîsandine desteser kirine. Li cihê bêhnvedanê çêreyek ku di li dîwar şîn bûye jî jê kirine. Her deverî serûbin kirine. Girtî nizanin ku serdegirtin çima pêk hatiye. Dest danîne ser radyoyên girtiyan. Piştî serdegirtinan ji hev re gotine ‘tişta em lê geriyan me nedît’ û derketine çûne.”
‘EM LI PEY ZAROKÊN XWE NE’
Calihan destnîşan kir ku zarokên wan vê muameleya xerab li wan hatiye kirin heq nekirine û wiha got: “Jixwe girtî ne û di destên we de ne. Çi hewceye hûn van zextan li wan dikin? Sepanên li zarokên me tê kirin, berdewamiya polîtîkaya tecrîtê ye. Hemû girtiyan vê rewşê ji xizmên xwe yên hatibûn hevdîtinê re vegot. Ew zarokên me hemûyan in. Ji bilî rojnameya Evrenselê tu rojnameyên din nadin girtiyan. Em vê yekê qebûl nakin û heta dawiyê em ê li pey zarokên xwe bin. Em naxwazin zirarek were serê wan. Ez wek dayikek vê yekê qebûl nakim. Tu dayik qebûl nake. Em naxwazin zilm li ser zarokên me were kirin.”