WAN – Derbarê hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kurt de bi hêncetên parvekirinên medya civakî, derbirînên şahidên nepen, nûçeyên malperên herêmî û îxbarên hatine kirin angaştname hat amadekirin.
Angaştnameya derbarê Hevşaredarên Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt ên di 11’ê mijdarê de hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi angaştên “Endamtiya rêxistinê”, “Propaganda rêxistinê” û “Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan kirine” doz li wan vekir. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê angaştnameyê qebûl kir. Danişîna Yacan û Kurt dê di 10’ê sibata 2020’an li Dadgeha Wanê bê dîtin.
Dozger di angaştnameyê de parvekirinên medya civakî, derbirînên şahidên nepen, nûçeyên malperên herêmî û îxbarên hatine kirin sûc dîtiye û hevşaredaran ji ber van angaştan tewanbar dike.