WAN – Bi boneya endamê OHD’ê parêzer Ekîn Yeter beşdarî çalakiya malbatan ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirinê bûye doz lê hat vekirin.
Platforma Demokrasiyê ya Wanê piştgirî dabû çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter jî bi boneya beşdarî çalakiya Platformê bûye doz lê hat vekirin. Platformê di 13’ê gulanê de li gel hemû astengiya polîsan jî daxuyanî dabû.
Danişîna ewil a doza derbarê Yeter de bi angaşta “Xwepêşandanan li dijî qanûnan û lidarxistin û birêvebirina meşê” lê hat vekirin dê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Wanê di 31’ê kanûnê de were dîtin.