'Konjuktura cîhanê kurdan ber bi yekîtiyê ve dibe'

  • rojane
  • 09:19 11 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Parlementerê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê partî û rêxistinên kurdan bi aqilekî hevbeş tev bigerin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî got, kurd encax li ser rêgez û prensîban dikarin li hev bikin.

Nûnerên partiyên kurd di 6'ê Kanûnê de encamnameya civîna “Yekitiya Netewî” bi deklarasyonekê ji raya giştî re eşkere kirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettîn Maçîn û Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Sedat Dogan têkildarî civînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
'QONAXA SÊYEMÎN E' 
 
Maçîn, destnîşan kir ku civîna wan di şert û mercên awarte de pêk hatiye û di civînê de li ser rê û rêbazan nîqaş kirine. Maçîn, got: "Di 24'ê Hezîranê û 31'ê Adarê de tifaqek hat çêkirin. Ev deklerasyona hatiye daxuyandin jî ji bo yekîtiyê gava sêyemîn e. Wê ji bo wê di 18-19’ê Çileya 2020’an de komxebatek were li dar xistin. Wê ji aliyê temamî alî û delegasyonan ve rê û rêbaz werin diyarkirin. Lê ev biryar girîng e. Armanca vê xebatê, avakirina yekîtiya neteweyî ye." 
 
Maçîn, anî ziman ku raya cîhanê û derdorên demokratîk destekê didin kurdan û got, kurd jî dikarin bi aqilekî hevbeş, rê û rêbazeke demokratîk yekîtiyê pêk bînin. Maçîn, diyar kir ku gelê kurd ji bo yekîtiyê amade ye û heger yekîtî çê bibe wê kurd li her qadê bi ser bikevin.
 
‘KONJOKTURA DINYAYÊ KURDA MECBÛRÎ TIFAQÊ DIKE’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî bal kişand ser pirsgirêka gelê kurd a navxweyî û wiha got: “Gelê kurd bixwaze û nexwaze konjoktura dinyayê kurda mecbûrî tifakiyê dike. Ji bo yekitiyê çi lazim e gerek e hemû beşên kurda yanî her çar perçe weke miletê xweser xwe bibînin. Ya dudoya jî divê stargehek, welatek hebe ku tu miletî biparêzî ew nebe wateya tifaqê nabe. Ya sisêya, gereke armancên hevbeş hebin ku li ser çand, ziman li hev bikin, li ser jiyaneke hevbeş li hev bikin. Divê îdealên hevbeş çê bibin ku li ser tifaqê jî yekitî çê bibe. Gereke kes ji van esasan dernekeve. Divê mejiyên xwe bikin yek. Gereke her perçe di nava xwe de pêşiyê yekitiya xwe tomar bike û dawiyê jî serokatiya wê yekitiyê dikare li perçeyên din yekitiyekê deyne.” 
 
Dogan, diyar kir ku bi salan xofek bi kurdan re çêbûye ku dibên ‘kurd bi hev re nikarin bixebitin’ û got: “Kurda di hilbijartina 2018’an û vir de du tişt test kirin. Hilbijartina derbasbûyî de tifaqek çê kirin. Mirov dikare bibêje ew bibe bingeha tifaqa mezin. Em yekitiya kurdan bînin ba hev du. Ew kom xebat di vê çarçoveyê de çê bû. Em ê 18-19’ê vê meha pêşiya me komxebateke mezintir pêk bînin. Sekreteryaya ku hatî avakirin wê xebata wê bike. Me derî ji kesî re ne girtiye vekiriye.”
 
‘KURD ENCAX LI SER ÎLKE Û PRENSÎBAN DIKARIN HEV BIKIN’
 
Dogan, da zanîn ku kurd encax li ser îlke û prensîban dikarin li hev bikin û wiha berdewam kir: “Ne li ser slogan an li ser nav an hêza min ji ya te zêdetir e zilamên pir in yên te hindik in. Bi wî awayî em nikarin hev bikin. Îlke û prensîb gereke mafê kurd û Kurdistanê meşrû bikin. Nêrîna me ya siyasî çi be em dikarin li ser wan îlkeyan hev bikin. Ji xwe komxebata me jî ji bo vê dê were li dar xistin. Di 18-19’ê Çileyê de nêzîkî 100-150 kes wê werin ba hevdu. Ew kes kî ne kesayetên kurd in, rewşenbîrin dîroknasin, civaknasin, siyasetmedarin, parlementer in, rûspîne, seyda ne, şêx in, mele ne em ê gij li wê derê kom bin. Wê demê rengê wê, wê derkeve holê. Ev xebat wê bibe destpêkek.”
 
WÊ LI SER DU XALAN BIXEBITIN
 
Dogan, herî dawî destnîşan kir ku wê di komxebatê de li ser du xalan bixebitin û wiha got: “Gel ji tifaqê çi fêm dike, çi dixwaze, çawa li tifaqê dinêre. Yek em ê li ser vê bixebitin ya duya jî em ê li ser dîplomasiyê bixebitin. Dîplomasiya di nav kurdan de jî ya di nav dinyayê de jî. Êdî mafê kurdan wê li ser partî, hereket an jî hêzekê neyê ziman. Ji vê demê û şunda ew ê van daxwazan bînin ziman. Bal kêşiya vê xebatê eve.”
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’