STENBOL - Daneşîna doza O.I., H.S.B. û T.B. ku li qurseke quranê ya li Umraniyeyê zarokên leylî diman îstîsmar kiribûn, hat dîtin. Di daneşînê de dozger mutalaa xwe pêşkêş kir û ji bo her sê bersûcan 226 sal ceza xwest.
Li navçeya Umraniye ya Stenbolê, O.I., H.S.B. û T.B. ku li qurseke quranê ya bêruxset zarokên leylî lê diman îstîsmar kiribûn. Bi sûcdariya "îstîsmarkirina zayendî ya zarokan" û "tede" doz li wan hatibû vekirin. Daneşîna doza ku hatibû vekirin, li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliya Anatoliyê hat dîtin. Bersûcên dozê yên girtî ji girtîgehê hatin, gazindker, şahid û parêzer tevlî daneşînê bûn. Piştî xwendina ewraqên di dsoyayan de û lîsteya şahidan daneşînê dest pê kir.
Di daneşînê de dozger mutalaa xwe pêşkêş kir. Dozger ji bo her sê bersûcan 226 sal ceza xwest. Her wiha ji ber ku sûc gelek caran pêk hatiye, dozger xwest ku cezayê ji bo bersûcan bê dayîn bê zêdekirin.
Pişt re heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryar da girtina bersûcan bê berdewamkirin û xwest ku parêzerên bersûcan li dijî mutalaayê parastina xwe bi nivîskî pêşkêş bikin.
Heyeta dadgehe daneşînê taloqî 20'ê çileya 2020'an kir.