MÊRDÎN - Daneşîna doza ku Parlamentera Berê ya HDP'ê Gulser Yildirim jî di nav de 21 kes bi angaşta "endamtiya KCK'ê" jê tên darizandin hat dîtin.
21'emîn daneşîna doza ku Parlamentera Berê ya HDP'ê ya Mêrdîne Gulser Yildirim jî di nav de 21 kesên ku bi angaşta "endamtiya KCK'ê" jê tên darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Parlamenter Yildirim ku ji dosyayeke din girtî ye, bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû. Dîsa Davût Bozan ku ji dosyayeke din girtî ye û hemû kesên ku negirtî tên darizandin tevlî daneşînê nebûn. Yildirim parastin nekir û destnîşan kir ku tiştekî parastina wê bike tuneye. Paşê got ku dixwaze parastina xwe bike. Parêzeran jî diyar kir ku dê piştî parastina muwekîlê xwe parastinê bidin.
Heyeta Dadgehê, li ser vê yekê daneşînê taloqî 18'ê Sibata 2020'an kir.