NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê karsaz Osman Kavala yê girtî de biryara binpêkirina maf da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê karsaz Osman Kavala de yê ji doza Parka Geziyê 770 roj in girtî ye biryara binpêkirina maf da. DMME’yê da zanîn ku Kaval ji ber sedemên siyasî hatine girtin û girtina wî xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye û xwest demildest were berdan.