AGIRÎ – Dayik Dîlber Kaya ji bo kurê xwe Mûrat Kaya ku li gundê Mûşiyan ê Dûtaxê hat kuştin, got: "Ji bo kurê min dibêjin 'terorîst'. ji bo ser sûcên xwe bigirin wiha dibêjin." Bira Fettah Yalçin jî ku 3 rojan di binçavan de ma, got: "Xwestin min jî bikujin."
Di 6'ê Kanûnê de eskeran avêtibû ser gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtax a Agiriyê. Di avêtina ser gund de bavê 3 zarokan Mûrat Kaya hatibû kuştin. Dayik, xwişk û bira behsa wê rojê kirin.
'XWESTIN ME JÎ BIKUJIN'
Bira Fettah Yalçin ku piştî pevçûnê hat binçavkirin û îşkencekirin, 3 roj şûnde hat berdan. Yalçin, got: "Di 6'ê Kanûnê de saet li dor 06.40'î de bi dehan wesayîtên zirxî avêtin ser gund û dorpêç kirin. Ez çûm cem eskeran û min pirsî. Wê kêliyê min dît ku Cemal Aksoy li cem esekera ye û ez jî çûm cem wan. Eskeran ji Cemal pirsî kes li gund heye yan na. Cemal jî got, haya wî ji kesî tuneye. Gava min û Cemal cixareyên xwe pêxist, dengê çekan hat. Me hewl da em birevin, lê eskeran ji me re gotin, xwe dirêj bikin. Heta deng ji çekan biriya em li erdê man. Paşê bi dehan eskera hatin, li me dan. Dixwestin me têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin. Du gundiyên din jî xistin nav rêxa heywanan û li wan dan. Gava pevçûn qediya, Cemal hilgirtin û birin hundir. Cemal, di nav xwînê de mabû. Eskeran berê xwe da me û gotin, 'em vana jî têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin.' Em çar saetan serdevkî man û li me dan."
'SERÊ MIN ŞIKANDIN'
Yalçin, anî ziman ku wê kêliyê haya wî jê tunebûye ku birayê wî hatiye kuştin û got: "Min birayê xwe nedît, lê deng hat min ku leşkerekî got 'sivîlekî jî jiyana xwe ji dest daye.' Min nizanibû ê sivîl birayê min e. Gava min birin qereqolê, gotin birayê re ji lingê xwe birîndar bûye. Gava hatim berdan pê hesiyam ku birayê min hatiye kuştin. Gava me birin qereqolê em ji hev veqetandin. Bi çend cihan serê min şikandibûn. Di dema îfadeyê ne ji baroyê ne jî ji cihekî din parêzer tunebûn. Birayê min Mûrat Kaya sivîl bû. Birayê min meraq kiribû û çûbû wir."
‘SER SÛCÊN XWE DIGIRIN'
Dayik Dîlber Kaya jî diyar kir ku danê sibehê eskeran her der girtibû û got, wê bi xwe kurê xwe Mûrat Kaya şiyar kiriye. Kaya, got: "Serê sibehê min dît esekeran her derê gund girtiye. Min jî Mûrat şiyar kir. Min ji Mûrat re got, 'dernekeve derve' lê wî ji min re got, 'mala birayê min Fettah dorpêç kirine, divê biçim bipirsim. Ma ê çi bikin.' Mûrat, şimikek xist piyê xwe û derket. Mûrat li cem eskeran bû. Min bi sê dengan bang Mûrat kir. Mûrat ji min re got, 'Dayê têkeve hundir bila gule li te nekevin.' Hinekî di ser re çû, esker hatin gotin 'Mûrat qazax û goreyan dixwaze.' Heta min gore û qazax anî, esker çûbû jî. Kurê min bavê 3 zarokan bû, kurê min ne PKK'yî bû. Ez ê li her derî bibêjim. Ji kurê min re dibêjin 'terorîst'. Bi vî awayî dixwazin ser sûcên xwe bigirin. Gund, hemû dizane ku kurê min li pey nanê xwe bû. Sirf ji ber ku kurê min çû wir hat kuştin. Tu sûc û gunehê kurê min tunebû."
BANG LI PARLEMENTERÊN HDP Û CHP'Ê KIR
Xwişk Maksût Yalçin jî anî ziman ku birayê wê hefteyek berê ji bo xebatê çûye Antakyayê, lê belê dîsa vegeriyaye. Yalçin, diyar kir ku gava birayê wê Mûrat dîtiye esekeran dora mala birayê wê Fettah dorpêç kiriye, Mûrat jî çûye. Yalçin, got: "Berî pevçûn dest pê bike Mûrat li cem eskeran bû. Gava pevçûn çê dibe Mûrat jî diqilqil e û direve. Gava direve bera wî jî didin. Paşê berê xwe dida mala cînaran. Gava Mûrat dikeve hundur, malê jî gulebaran dikin. Hem dikujin hem jî gulebaran dikin. Ev çî ye? Kiribûn ku me ser çavê birayê xwe nas nedikir. Esker dibêjin Mûrat bombe avêtiye. Birayê min bombeyê bibîne jî nas nake. Ez bang li kesên xwedîwijdan dikim; birayê min sivîl bû û eskeran ew kuşt. Bila parlementerên HDP û CHP'ê bên û bipirsin."
MA / Dîndar Karataş