NAVENDA NÛÇEYAN - Boksorê kurd Serdar Altaş ku di pêşbirka li Swêdê de bi ser ket, got: "Diviya ez bi ser biketama. Çimkî ez ji windahiyekê têm. Ez vê serketinê diyarî gelê kurd dikim ku ji bo azadiya xwe şer dike."
Boksorê kurd Serdar Altaş ê 23 salî, li bajarê Stockholm ê Swêdê, di pêşbirka Superior Cahallengeyê de reqîbê xwe yê ji Perûyê Wilbert Huaman têk bir. Altaş, piştî bi ser ket alaya Kurdistanê vekir. Altaş, got: "Diviya ez bi ser biketama. Çimkî ez ji windahiyekê têm. Ez vê serketinê diyarî gelê kurd dikim ku ji bo azadiya xwe şer dike."
Altaş, di Şampiyonaya Federasyona Hunerên Lihevxistinê ya Tevlihev a Navneteweyî ya 2017'a de madalyaya zêr wergirtibû û di şampiyonayên Afrîka û Ewropa yên 2016'an de jî madalyayên zêr wergirtibû.