AGIRÎ - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî di nav de HDP'iyên ku çûn sersaxiya Mûrat Kaya ku li Tûtaxê hatibû kuştin, ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin û têketina wan a gund hat astengkirin.
Di 6'ê Kanûnê de leşkeran bi ser gundê Mûşiyan ê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê de girt û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya qetil kirin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî di nav de rêveberên HDP'ê yên ku ji bo sersaxiyê çûn gundê Mûşiyan, ji aliyê leşkeran ve 5 kîlometre dûrî gund hatin rawestandin û têketina wan a gund hat astengkirin. Leşkeran ji HDP'iyan re ragihandin ku têketin gund qedexe ye û wan rawestandin. Rawestandina HDP'iyan didome.
Cenazeyê Kaya duh bi şev di bin dopêça polisan de hatibû veşartin. Malbata Kaya, îro xwest şîna xwe li mala şînê ya gund deyne, lê leşkeran destûr neda ku malbat deriyê mala şînê jî vekin. Her wiha leşkeran têketin û derketina gund jî girtine û destûr nadin ku kes bikeve gund.