MANÎSA - Malbatên endamên Komeleya 301 Madenvanên Somayê yên ku Şaredariya Somayê ji wan re got, “Li çareya serê xwe mêze bikin, yan kira xwe bidin, an jî avahiya hûn tê de ne vale bikin”, diyar kirin ku di konan de be jî ewê têkoşîna xwe dewam bikin.
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014’an de li kana madenê facîa pêk hatibû û 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Şaredariya Somayê piştî facîayê ji bo Malbatên endamên Komeleya 301 Madenvanên Somayê cih terxan kir. Şaredarî, niha ji malbatan dixwaze ku yan kirêya daîreyê bidin, an jî daîreyê vale bikin.
Serokê Komeleya 301 Madenvanên Somayê Îsmaîl Çolak, anî ziman ku malbatên xizmên xwe di facîayê de winda kirin ji bo ku bi hevre pêvajoya darizandinê bişopînin û bi hevre tevbigerin, ev komele avakirin. Çolak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Me ev komele ji bo êşên xwe avakir. Em dixwazin ku vê biryarê paşve bikêşin.”
Îsmaîl Çolak ê kurê xwe Ugur Çolak di komkujiyê de winda kir jî, wiha axivî: “Mafê me heye ku em daxwaza cih ji şarederiyê bikin. Serokê Şaredariyê Hasan Ergene yê wê demê ji bo komeleya me cih da me. Lê di hilbijartina 31’ê Adarê de Alî Tûlûp bû serokê şaredariyê. Piştre şaredariyê bangî me kir û ji me xwest ku em an kirê bidin an jî avahiyê vale bikin.”
‘EMÊ VÊ KOMELEYÊ BIDIN JIYÎN’
Çalak, da zanîn ku hemû hevdîtinên wan ên bi şaredariyê re bêencam man û wiha got: “Ji me re gotin, li çareya serê xwe mêze bikin, an kirêya xwe bidin, an jî avahiya hûn tê de vale bikin. Ger di konan de be jî, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”