ENQERE - Ji Meclisê re 21 fezlekeyên din ên destnedanê hatin şandin. 18 fezleke derbarê HDP'iyan û 3 fezleke jî darbarê MHP'iyan de ne.
Bi daxwaza rakirina destnedanê, 21 fezlekeyên din ji Meclisê re hatin şandin. 18 fezleke, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî di nav de derbarê HDP'iyan de hatine amadekirin.
Parlamenterên HDP'ê yên derbare wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Pervîn Bûldan (1), Sezaî Temellî (1), Omer Ocalan (10), Saît Dede (2), Berdan Ozturk (1), Pero Dundar (1), Serpîl Kemalbay (1), Meral Daniş Beştaş (1)
Parlamenterên MHP'ê yên derbare wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Mûstafa Bakî Ersoy (1), Olcay Kilavûz (1), Cemal Engînyûrt (1)