AGIRÎ - Danîna şîna Mûrat Kaya ku li navçeya Tûtaxê ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin a li mala şînê ya gund, ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Leşkeran destûr neda ku malbata Kaya deriyê mala şînê veke û têketin û derketina gund ji çûn û hatinê re girt û nahile kes bikeve gund.
Di 6'ê Kanûnê de leşkeran bi ser gundê Mûşiyan ê navçeya Tûtaxê ya Agiriyê de girt û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya qetil kir. Malbat Kaya, xwest îro li mala şînê ya gund ji bo kurê xwe şînê deyne. Malbat ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin û destûr nehat dayîn ku deriyê mala şînê jî ji aliyê malbatê ve bê vekirin. Her wiha leşkeran têketin û derketina gund jî ji çûn û hatinê re girt û nehîşt kes bikeve gund. Tenê destûr didin ku gundî biçin gundê xwe.
Cenazeyê Kaya duh bi şev di bin dorpêça leşkeran de li gund hatibû veşartin.