ENQERE - Dayika Ayşe Karaman a ku hat qetilkirin Ferîde Karaman berî danişîna doza keça wê bê dîtin axivî û got: “Ez ê heya dawiyê şer bikim û em ê cînayetên jinan rawestîn in.”
Meclîsên Jinan, berî danişîna doza darizandina Dr. Ozgur Tarhan ê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman qetil kir û cezayê muebeta giran jê re tê xwestin bê dîtin li ber Edliya Enqerê kom bûn. Jinan li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Bavê Ayşe Karaman Adem Karaman, di daxuyaniyê de axivî û got: “Keça min întîxar nekiriye. Ez ji odeyên bijîşkan dixwazim ku cih nedin kujerên wiha.”
‘EZÊ HEYA DAWIYÊ ŞER BIKIM’
Durê dayika Ayşe Karaman Ferîde Karaman, mafê aftinê girt û wiha got: “Duh min li ser gora Ayşe soz da. Min jê re got ger tu ne bî va ye ez heme. Ezê heya dawiyê şer bikim û emê cînayetên jinan rawestînin. Kujerê keça min, cezayê ku heq dike wê bigire.”
‘EM BIBIN YEK DENG’
Parêzera Ayşe Karaman Tugba Gultekîn Ataman jî, diyar kir ku jinek li ber çavê her kesî hat qetilkirin û wiha axivî: “Jin tên kêr kirin. Tên hejrî xistin. Em gelek ji van cînayetan nabihîsin. Ji bo ku dawî li cînayetên jinan were, divê em bibin yek deng.”
Piştî daxuyaniyê jin û malbata Karaman, ji bo ku dozê bişopîn in derbasî salona danişînê bûn.