'Ma zarokên li kolanê dilîstin terorist bûn?'

  • rojane
  • 11:18 9 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYA – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê di 2'ê Kanûnê de li Til Rifhatê êrîş kiribûn. Di êrîşê de 8 jê zarok zêdeyî 10 sivîl hatibûn kuştin. Zarokên hatin kuştin malbatê wan berê piştî êrîşa Tirkiye ya Efrînê ji Efrînê koçî Til Rifhatê kiribûn. Malbatan bi gotina "Ma zarokên li kolanê bilîzin terorist in?" bersiv dan û ji civaka navneteweyî xwestin ku hesap ji Tirkiyeyê bipirsin. 

Tirkiye di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi hêza TSK û MSO ketin axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di 2'ê Kanûnê de komên girêdayî Tirkiyeyê li Til Rifatê êrîş kiribûn. Di êrîşê de 8 jêzarok herî kêm 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdetirî 10 sivîl jî birîndar bûbûn. Dîmenên cenazeyên wan, dîmenê komkujiya Roboskîyê bibîr xist. Li hemberî vê yekê bertekên civakê zêde bûn. Herî dawî Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbkûyî (OHCHR) Rupert Colville bertekên xwe anîbûn ziman. Colville, diyar kiribû ku komên girêdayî Tirkiyeyê êrîş kirine û peymana mafên mirovan a navneteweyî îhlal kirine. Colvîlle anîbû ziman ku sûcê şer hatiye kirin. 
 
Sivîlên ku li Til Rifatê hatin kuştin, sivîlên ku piştî êrîşa Tirkiye ya di 20'ê Çileya 2018’an de li dijî Efrinê dest pê kir û piştî êrîşan ji Efrînê koç kirine bûn. Zarokên malbatên wan ji Efrînê koç kire, bûn. 
 
Li gori nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê yek ji malbata zarokên ji Efrînê koçî Til Rifhatê kir, malbata Mihemed Umer ê 7 salî bû. Bavê Umer 3 sal berê di şerê azadiya Şahbayê ya li dijî DAIŞ'ê de, dema şervanê YPG'ê bû jiyana xwe ji dest dabû. Navê xwe li bavê xwe Mihemed Umerê bû. Zarokê bi navê Mihemed Umer (7) yek ji zarokên ku di komkujiya Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dabûne ye. Di vê derbarê de birayê şehîd Mihemed Umer Hisên Umer(11) axivî û got: “Ez birayê min û hevalên xwe li kolanê dilîstin û min berê xwe da malê. Lê piştî kêliyekê min dengê teqînekê bihîst yekser min bazda kolanê, lê çi bibînim; birayê min û hevlên xwe li erdê ne.”
Hisên Umer pirs kir, "Gelo çi gunehê birayê min û hevalên min hebûn. Heta ku artêşa Tirk ew kirin amanca xwe? Wan çi ji Tirkan kiribû? Beriya niha bavên me şehîd bû û îro jî birayê me.”
 
"PIŞTÎ KOMÊN ÇEKDAR BIRAYÊ MIN Û HEVALÊN WÎ QETIL KIRIN, EZ BI TENÊBÛNÊ DIHISIM"
 
Hisên Umer bi rûyekî xemgîn got: “Xweska ez neçûbûma malê. Ez gel birayê xwe yê biçûk mabûma, divabû min birayê xwe û hevalên wî paratiba. Ez bi wan re şehîd bûbûma. Piştî artêşa Tirk birayê min û hevalên wî kirin armanc, ez îro bi tenêbûnê dihisim.”
 
Şêrîn Xelo diya Mihemed Umer axivî û got: “Beriya 3 salan hevserê min anku bavê Mihemed, dema parastina herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ`ê kir şehîd bû, ji ber vê yekê min navê bavê wî rakir û li Kurê xwe kir.”
 
Şêrîn Xelo bal kişand ser koçberiya  ji Efrînê û bûyera li Til Rifetê bi serê wan hat û wiha got: “Li bajarê Efrînê em bi aramî dijiyan. Lê belê piştî artêşa Tirk û çeteyên wê beriya sal û 8 mehan bi hovîtî êrişî kantonê kirin, em neçar man ji mal û warên xwe derkevin û berê xwe bidin Til Rifetê. Lê em ji şerê dewleta Tirk bê par neman û êdî dest bi topbarana sivîlan kirin. Di encamê de zarokê min Mihemed şehîd bû.”
 
‘BERXWEDANA ME BERDEWAM E’
 
Hemûdê Mihemed (11) salî  ew jî di encama komkujiya Til Rifetê şehîd bû. Heman demê de birayê wî şervanê YPG`ê Zinar Efrîn Elî ku di 20’ê Kanûna 2016`an li gundê Werdiyê yê kantona Şehbayê şehîd bûbû. Malbata Hemûd Mihemed Elî ji gundê Qeyntera yê navçeya Mabata ya herêma Efrînê ye û dema artêşa Tirk û çeteyên êrişî Efrînê kirin, koçî navçeya Til Rifetê bûn. Dayîka Hemûdê Remziye Elî got: “Dewleta Tirk hewl dide ku îradeya me bişkîne. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin û tevî herî tiştî em ê li Til Rifetê bimînin. Heta ku Efrîn rizgar bibe û em li malên xwe vegerin.”
 
Remziya Elî bang li civaka navdewletî û rêxistinên parastina mafên mirovan û zarokan kir û got: “Divê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyan werin rawestandin. Hesab ji wan bixwazin.”
 
Bavê her du şehîdan Hemûdê û Ziran Mihemed Elî Silêman got: “Dewleta Tirk îdaî dike ku li dijî terorê şer dike. Gelo ew zarok terorîst in? Gelo ew zarokên ku ji xwe re li kolanê dilîstin terorîst in?
 
Mihemed Elî Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kanîn rêxistinên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan? Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku hesab ji kesên sûcdar bixwazin.”
 
 

Sernavên din

12/12/2019
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
14:04 Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne
13:43 Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:41 Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat
13:35 Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire
13:21 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin
13:17 Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin
13:14 Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin
12:57 Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin
12:46 Angaştnameya hevşaredarên Rêya Armûşê hat amadekirin
12:04 Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin
11:51 Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê
11:09 Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne
10:51 Doz li parêzerê destek da malbatên girtiyan hat vekirin
10:22 Nûçegîhanên me Eser û Topaloglû: Em ê di her şert û mercî de binivisînin
10:14 Hevserokê HDP’a Mêrdînê Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan Etem hatin binçavkirin
10:08 Malbatên girtiyan: Gardiyanan li girtiyan xist
09:58 Hevseroka HDP'a Stenbolê Bûlût: Hikûmet nikare xwe li ber hêrsa li civakê peyda bûye ragire
09:37 Prof. Barkey: Welatên cîhanê ji bo Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datînin
09:37 ‘Pêkanînên li Girtîgeha Bakirkoyê, delîla şidet û feraseta dewletê ye'
09:22 Armanca jinên Pêrtagê avakirina kooperatîfekê ye
09:22 Hîn jî 14 cenaze nehatine dîtin: Min çi dît û çi nedît
09:21 Prof. Dr. Nacaroglû: Bendav ne ji bo enerjiyê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin
09:20 Cîhanê Cizîr dît, lê daraza Tirkiyeyê nedît!
09:19 'Konjuktura cîhanê kurdan ber bi yekîtiyê ve dibe'
09:18 Dixwazin malbatan bi dayîna kar û pereyan bibin ber avahiya HDP’ê
09:17 Barhilgirên Wanê ji serê sibê heta êvarê li benda kar in
09:17 Definkirina cenazeyan û şîn li kurdan qedexe ye: 24 cenaze bê merasim defin kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN
10/12/2019
16:44 Polisê ku Mazlûm Kaynak kuşt 10 sal ceza girt
15:59 Hunermend Yilmaz Çelîk girtin û şandin girtîgehê
15:50 Ji rêxistinên mafan daxuyaniya hevpar: 2019 salan bû sala binpêkirina mafan
15:48 Li Amedê wê mîtînga ‘Aştî û Demokrasiya Civakî’ bê lidarxistin
15:22 Ji bo 3 bersûcên ku li qursa qûranê zarokan îstîsmar kiribûn 226 ceza hat xwestin
15:08 Doza Nisêbînê: Feraseta ku Rêveberiya Xweser sûc dibîne, sûcê herî mezin dike
14:54 Eskeran 2 birayên Murat Kaya yê hat kuştin, binçav kirin
14:40 Guzel 'tunebûna kurdî' ya li Navendên Banga Lezgîn a 112'an pirsî
14:18 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:07 Ferzkirina sîxurtiyê bir rojeva Meclîsê
14:05 Tiryakî: Yên tayînkirina qeyûm îmze dikin sûcê destûra bingehîn dikin
13:34 Xaniyê kerpîç hilweşiya: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:20 Doza 'KCK'ê ya Mêrdînê' taloq bû
12:52 Xwendekarê Zanîngehê rastî êrîşa nijatperest hat
12:29 HDP: Ji ber Karabulut li hemberî gefên qeyûm serî danî îstîfa kir
12:27 DMME: Girtina Kavala binpêkirina maf e û divê were berdan
11:48 Jinên ji ber pêşandana dansê hatin binçavkirin: Li dijî her kuştinekê em ê dengê xwe bilind bikin
11:40 Esad: Divê Tirkiye biçe
11:33 Hevşaredarê Rêya Armûşê di hucreya yek kesî de tê girtin
11:04 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
10:57 SMO Girê Spî talan dike
10:11 Mirov dixwazin li dijî pergala Neoliberal kooperatifan pêş bixin
10:05 Bîrdal: Tirkiye bûye welatê cinayetan
09:28 Hevşaredarên Pasûrê sibê tên dadgehkirin
09:20 Dayik Dîlber Kaya: Ji bo ser sûcên xwe bigirin ji kurê min re dibêjin 'terorîst'
09:16 Polîsan destê parlementer şikand, dozger got 'li gor hiqûqê ye'
09:13 Helbestvan Erbaş: Divê em ji vê dojehê derkevin
09:12 Çîçek Kobanê nayê tedawîkirin
09:10 Gergerlîoglû: KHK, qirkirina sedsala 21'emîn in
09:10 'Divê meaşê kêm 5 hezar TL be'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2019'AN
09/12/2019
20:55 Ji hevşaredarên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
17:56 Boksorê kurd Altaş: Ez vê serketinê diyarî gelê kurd dikim
17:03 Danişîna Ayşe Karaman hat taloqkirin
15:54 Leşkeran kesên ku li Tûtaxê çûn sersaxiyê asteng kirin
15:40 Malbatên Somayî: Em ê têkoşîna xwe di konan de be jî, dewam bikin
15:34 21 fezlekeyên din ji meclisê re hatin şandin
15:23 Xwest angaşta îşkenceyê ya li dijî gundiyan bê lêkolînkirin
14:46 Polîsê ku pişta parêzer Balci şikand piştî 3 salan derket pêşbeerî dadger
14:27 Li girtîgehên Şakran û Kalkandereyê binpêkirinên mafan
13:51 Li Hezexê teqîn çêbû û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
13:17 Rêxistinên Şengalê daxwazên destûra bingehîn dan Bexdayê
13:13 Piştî definkirinê şînê jî asteng kirin
12:49 Hevşaredarên di bin çavan de sewqî edliyê kirin
12:45 Li Wanê ji ber berfê rêya 33 gundan hat girtin
12:44 Li Wanê 'OHAL' dîsa dirêj kirin
12:36 Dayika Karaman a hat qetilkirin: Em ê cînayetên jinan rawestîn in
12:17 Keskîn: Di şeran de mirina zarokan sûcê şer e
11:54 Tosun: Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê jî hene?
11:18 'Ma zarokên li kolanê dilîstin terorist bûn?'
11:10 Hevşaredara Awîskê Taş: Em ê xwedî li xetên xwe mor derkevin
10:18 Polisan gule li zarokên bê eliyet barandin û bi qûntaxa çekê li wan dan
09:27 Cenazeyê Kaya di dorpêça eskeran de defin kirin
09:02 Serokê TOHAV'ê Erdem: Mexdûrê îşkenceyê neçar dimîne îfade bide îşkencekerê xwe
09:02 Jinên ciwan ên bêkar: Hepskirina malê û anîna zarokan li me tê ferzkirin
09:02 Hevserokên DBP'ê: Emê ji bo îtîfaqên Kurdistanî bixebitin
09:02 Kesên li Hezexê bi 'dîmenên senaryo' hatibûn girtin beraat kirin
09:02 Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike