AGIRÎ - Li Bazîdê, polisan, bi hinceta ku hişyariya 'raweste' bin pê kirin, gule li du zarokên bê eliyet barandin û paşê bi maşîneya zirxî li wan qelibîn. Li gel ku wan ji wesayitê peya kirin û bi qûntaxa çekê li wan dan jî rapor nedan wan.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di saet derdora 16.00'an de zarokên bi navê M.F. (16) û E.C.A. (15) bi hinceta ku bê eliyet wesayîtê ajotine, ji aliyê polisan ve hatin derpkirin. Li gorî angaştê, her du zarok di nuqteya kontrolê de li hişyariya "raweste" nesekîne û li ser vê yekê polisan bi maşîneyên xwe dane dû wan. Di kêliya şopandinê de polis gule wesayîta her du zarokan direşînin û wesayîtê didine sekinandin. Di dema sekinandina wesayîtê de maşîneyan polisan li wesayîtê diqelibe. Polis, her du zarokan ji wesayîtê pêya dikin û bi qûntaxa çekê li wan didin û destê wan kelemçekirî dibin nexweşxaneyê.
'PÊŞÎ GULE REŞANDIN Û PAŞÊ LI WAN QELIBÎN'
Xûça M.F. Berîvan F. serboriya birayê xwe wiha vegot: "Birayê min M. û hevalê xwe E.C.A. destpêkê wesayîtê dişon û paşê li siwar dibin û di nav taxê de dajon. Polis, di nav taxê de hişyariya "raweste" li wan dikin lê ji ber ku bê eliyetên ranawestin û direvin. Li ser vê yekê polis, gule li wesayîtê direşînin. Li gel ku wesayîtê didine rawestandin jî polis, bi zanebûn û bi maşîneyên xwe yên zirxî, bi peş ve li wesayîtê diqelibin. Piştî vê yekê wan ji wesayîtê peya dikin û bi qûntaxa çekê li wan didin.
BIJÎJK RAPORA DERBÊ LI WAN DIDIN
Nêzî nîv saetî wan di nav heriyê de dihêlin û li wan didin. Paşê dema ku dixwazin xwe bi telefonê bigihînin me, telefonê wan ji wan distînin û dişikînin. Paşê polis, gaza îsotê dikin devê wan û kaxizek bi wan didine îmzekirin. Paşê bi me re ketin têkiliyê, ez jî piştî vê yekê derbasî emniyeta çandê bûm. Lê hîn bûm ku zarok ne li wir in. Dema çûm nexweşxaneyê, min wan li wir dît. Li gel ku me xwest em rapora derpkirinê bigirin jî bijîjk rapora derpkirinê neda."