STENBOL - Serokê TOHAV'ê Dîdar Erdem, diyar kir ku polîtîkaya pêşîligirtina îşkence û memeleya xerab a Tirkiyeyê tuneye û wiha got: "Kesên ku giliya îşkenceyê dikin, îfadeyê wan ji aliyê polisan ve tê girtin. Kesê ku giliyê dike, ji ber ku li cihê îşkenceyê dîtiye îfadeya wî ji aliyê polisan ve tê girtin, fikaran dike ku bibe gilîker.
Bi Rewşa Awarte re ku piştî Hewldana Darbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, li Tirkiyeyê îşkence û memeleya xerab ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê kirin, zêdebûneke micid heye. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di sala 2017'an de îşkence û memeleya xerab li 2 hezar û 682 kesan hatiye kirin. Dîsa li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di sala 2016'an de îşkence û memeleya xerab li 487 kesan hatiye kirin. Di sala 2017'an de ev rêje zêde bûye û 616 kesan ji bo îşkence û memeleya xerab serî li TÎHV'ê daye. Di sala 2018'an de 2 hezar û 719 kesan ji bo îşkence û memeleya xerab serî li ÎHD'ê daye.
Serokê Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV) Dîdar Erdem, diyar kir ku bi awayekî şênber polîtîkaya pêşîligirtina îşkence û memeleya xerab a Tirkiyeyê tuneye û got ku daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ya ku gotibû, 'îşkence û memeleya xerab kêm bûye' ji rastiyê dûr e û wiha axivî: "Ji 4 salan carekê, Tirkiye jî di nav de rewşa mafê mirovan a 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lêkolînkirin. Di vê çarçoveyê de nirxandin û pêşniyarên ku ji bo Tirkiyeyê hatine kirin, hene. Peşniyar li Tirkiyeyê hatiye kirin ku hewldanên ji bo perwerdeya mafê mirovan bên berdewamkirin."
'ÎŞKENCE TEQEZ QEDEXE YE'
Erdem, da zanîn ku îşkence û memeleya xerab teqez qedexe ye û wiha got: "Di qanûna cezayê de bi awayekî aşkera hatiye diyarkirin ku suc e. Çawa ku ne girêdayî giliyê ye, di heman demê demboriya wê jî tuneye. Hemû rayedarên ku vê binpêkirinên pêk bînin, divê ji aliyê dadgehên serbixwe ve bên darizandin. Daneyên Soylû daneyên dadgehên cezayê û dozgeriyan nahewînin. Di rastiyê de çavkaniya bingehîn ev der in. Sûc ne girêdayî giliyê ye. Çawa ku bê tespîtkirin divê personel û rayedar bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Lê di pêkanînê de hûn bibib gilîker jî faîl dernakevin holê û lêpirsîneke baş nayê kirin. Biryar neşopandinê û beraetê di van dosyayan de tê dayîn. Ji ber vê polîtîkaya necezakirinê bûyerên îşkenceyê yên ku derbasî darazê nebûne hene."
'PERWERDE GİRÎNG IN'
Di berdewamê de Erdem, destnîşan kir ku du vebijark li ber kesê îşkence lê tê kirinin û wiha domand: "Ji vana ya yekemîn serlêdana rast e rast a dozgeriyê ye. Ya duyemîn jî serlêdana qereqolê ye. Di pêkanînê de her ji bo her du giliyan jî polis îfadeyê gilîker digire. Ji ber ku di dosyayan de lêpirsîneke lezgîn û bi bandor tuneye, kesê ku giliyê dike, ji ber ku li cihê îşkenceyê dîtiye îfadeya wî ji aliyê polisan ve tê girtin, fikaran dike ku bibe gilîker. Ji bo astengkirina îşkenceyê perwerde girîng in. Divê hêzen ewlehiyê û personelên girtîgehan, di mijara mafê mirovan de bên perwerdekirin û kontrolkirin. Her wiha divê rêxistinên sivîl tevlî vê pêvajoyê bên kirin."
MA / Erdogan Alayûmat