* Girtiyê bi navê Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê girtî ye, ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û ev tişt got: "167 rojan di greva birçîbûnê de mam. Çavên min ji sedî 60 nabînin. Tedawiya min nayê kirin."
* Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re bi awayekî micid binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: "Bi polîtîkayên bêcezahiştinê îşkenceyê zêde kirine û divê li dijî îşkenceyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin divê bên gel hev."
* Ma Muzîkê, pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” a ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî 25 stran têde hene, amade kir. Di pirtûka ku 10 kesan amade kiriye de 6 stran ên gelerî ne û 19 stran jî nû hatine amadekirin.
* Li Hezezê, 3 jê zarok 8 kesên ku bi hinceta navê wan di ajandeyekê de cih girtibû, bi sûcdariya "endamtiya YPS'ê" hatibûn girtin û 9 mehan di girtîgehê de mabûn, beraat kirin. Di doza tazmînatê de jî biryar hat dayîn ku 22 hezar TL ji her heşt kesan re bê razandin.
* Hevserokên DBP'ê yên nû Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî xebatên DBP'ê yên pêş û geşedanên di rojevê de axivîn. Hevserokan anîn ziman ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşxistina îtîfaqên Kurdistanî bixebitin.
* Jinên bêkar, diyar kirin ku bilindbûna rêjeya bêkarbûna jinên ciwan, encama polîtîkayên hikûmetê ye û hepskirina malê û anîna zarokan li wan tê ferzkirin.
* Serokê TOHAV'ê Dîdar Erdem, diyar kir ku polîtîkaya pêşîligirtina îşkence û memeleya xerab a Tirkiyeyê tuneye û wiha got: "Kesên ku giliya îşkenceyê dikin, îfadeyê wan ji aliyê polisan ve tê girtin. Kesê ku giliyê dike, ji ber ku li cihê îşkenceyê dîtiye îfadeya wî ji aliyê polisan ve tê girtin, fikaran dike ku bibe gilîker.
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê, dê têkildarî girtiyê nexweş Cîhat Ozdemir li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Daxwaza Zagona Butçeya Navendî ya sala 2020'an dê li Meclîsê bê niqaşkirin. (12.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê dê bi minasebeta salvegera avakirina KESK'ê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. ( 12.30)
* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan, dê têkildarî niqaşên butçeya sala 2020'an li Meclîsê nirxandinê bikin. (15.00)
* Baroya Îzmirê û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê li Salona Konfernasê ya Baroya Îzmirê panela "Mafê Mirovan, aştî û Edalet" li dar bixin. (18.00)