ANTALYA - Polîsan berî du rojan li Alanyayê bi ser mal û kargehan de girtibûn û 29 kes kiribûn bin çavan. Ji 29 kesên hatibûn binçavkirin 8 jê hatin berdan.
Li Antalyayê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê bi rêve bir de, polîsan di 6 Kanûnê de, di ser 41 adresên cuda yên aîdê malbatên Dalgiç û Şînîk de girtin û 29 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Piştgiriya aboriyê dayîna rêxistinê” binçav kirin.
Kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin, piştî qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan duh di saetên şevê de îfadeyên wan hatin girtin û îfade dayîna wan dewam dike.
8 kesên îfadeyên wan bi dawî bûn serbest hatin berdan û îfade dayîna kesên din ên dibin çavan de dewam dike.