Koç: Li gund kijan rastiyê ji me vedişêrin?

  • rojane
  • 16:51 8 Kanûn 2019
  • |
img

AGIRÎ - Di 6'ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan eskeran bi ser gund de girt. Di serdegirtina gund de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 10 kes hatin binçavkirin. Heteya HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk dihat, bi boneya lêkolînê xwestin biçin gund. Lê eskeran destûr nedan ku heyeta HDP'ê têkeve gund. Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç bertek nişanî eskeran da û got: "Li gundî kijan rastiyê ji me vedişêrin? 

 
Di 6'ê kanûnê de esker û polîsan bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agirê de girtibûn. Di serdegirtina esker û polîsan de bavê 3 zarokan Murat Kaya jiyana xwe ji dest dabû. 10 kes jî hatibûn binçavkirin. Piştî êrîşa esker û polîsan, gundî dev li dibistanagund kom kirin û li gund lêgerîn kiribûn. Esker û polîsan di serdegirtina gund de Hansm Aksoy, Gonul Aksoy, Bîrgul Çetîn, Zozan Kaya, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Kemal Aksoy, Sidik Çetin û 2 kesên navên wan nehat zanîn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceya polîs û eskeran hatin. Gundî Cemal Aksoy ê rastî lêdan û îşkenceya polîsan hat rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwardehiyê ya Wanê. Hat diyar kirin ku Aksoy di bin çavdêriya eskeran de tê dermankirin. 
 
WEZÎR GOT PKK’Î NE, BAVÊ 3 ZAROKAN Û ŞÊNIYÊ GUND E
 
Piştî serdegirtina esker û polîsan a gund, Wezîrê Karên Hundir daxuyanî da. Wezîr diyar kiribû ku di şer de 4 PKK'î hatine bê tesîrkirin. Di 7'ê Kanûnê de Xwişka Murat Kaya Mehzer Yalçin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîbû û diyar kiribû ku kesê ku eskeran ew kuşt û wezîr ew wekî PKK'î nîşan da birayê min Murat Kaya ku bavê 3 zarokan e. Yalçin, diyar kiribû ku piştî eskeran bi ser gund de girtin meraq kirin û derketin derve û dema nêzî eskeran bûn dengê çekan hatiye û wiha got: “Piştî dengê çekan hat em reviyan. Wê demê birayê min nêzî eskeran bû. Birayê min ê din Fettah Yalçin jî derketibû derve. Birayê min Fettah Yalçin binçav kirin. Niha birayê min li ku di bin çavan de ye em nizanin. Dema em çûn qereqolê eskeran em qewirandin. Eskeran bi dehan gundî binçav kirin. Eskeran kal û pîr tev li dibistanê kom kirin, Bi dihan gundî binçav kirin. Birayê min bê sûc e." 
 
DESTÛR NEDAN HEYETA HDP'Ê
 
Heteya HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk dihat, bi boneya lêkolînê xwestin biçin gund. Lê eskeran destûr nedan ku heyeta HDP'ê têkeve gund. Heyeta ji Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Murat Sarisaç, Berdan Ozturk, Mensur Işik û Abdullah Koç pêk dihat, ji bo li gund lêkolîn bikin xwestin biçin gund. Lê eskeran heyet li ser rêya gund rawestdand û bi hinceta "Operasyon didome" destûr nedan ku heyet têkeve gund. 
Li ser navê heyetê parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç daxuyanî da û got: "2 roj berê li Gundê Mûşiyan ê Dûtaxê eskeran operasyon li dar xistin. Sivîlekî jiyana xwe ji dest doaey. Sivîlên din zerar dîtin. Piştî operasyonê hemû şêniyên gund li dibistanê kom kirin. Têkildarî vê mijarê em bi walîtiyê re axivîn. Walîtiye diyar kir ku tenê sivîlek zerar dîtiye û ji piyê xwe birîndar bûye. Lê pişt re em fêr bûn ku Murat Kaya jiyana xwe ji dest daye." 
 
LI GUND RASTIYEKÊ VERIŞÊRIN
 
Koç, anî ziman ku wekî heyeta HDPê xwestin biçin gund lêkolîn bikin û wiha got: "Li vî gundî rastiyekê vedişêrin. Naxwazin em biçin wê rastiyê bibînin. Niha li pêş me esker hene. Me asteng dike. Destûr nadin em têkevin gund. Dixwazin tişta di salên 90’î de dikirin niha dubare bikin. Naxwazin em û çapemenî biçin gund. Em hîs dikin ku li vî gundî bûyerên nebaş pêk hatine. Gel gilî dike. Niha 10 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Em dixwazin biçin bibînin. Em dibîjin werin em bi hevre biçin li gund binerin ka li gund çi dibe. Li vî gundî mafê mirovan ê jiyanê tê binpêkirin. Kesên tên binçavkirin rastî îşkenceyê tên. Parêzerê hat vir, ji aliyê cendirmeyan ve rastî tundiyê hat. Cendirmeyan bi milê wî girtin û avêtin derve. Li vir hiquq tê binpêkirin."
 
Heyeta HDP'ê piştî daxuyanî da vegeriyan Agiriyê. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/12/2019
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike
09:02 Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN
08/12/2019
20:00 Kedkaran ji Bakirkoyê bang kirin: Ew mistek in em milyon in
19:30 62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê
19:12 Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin
17:14 Li Alanyayê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin berdan
17:13 Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan
16:56 TTB’ê bertek nîşanî sînordarkirina destûra xebatkarên tundirustiyê yên li ser xeta sînor da
16:51 Koç: Li gund kijan rastiyê ji me vedişêrin?
16:15 Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em jiyaneke mirovanê dixwazin
15:28 OHD: Kesên hatin binçavkirin rastî îşkencê hatin
15:11 Dr. Denîz Nalbantoglu: Şertên kar bi temamî li gorî mêr tê dîzaynkirin
14:23 Rêxistina HDP’ê ya Hatayê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:22 NY: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zarok kuştin
13:55 Qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê yên Wanê kirin
13:28 Zilamê ku li Farqînê tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
13:20 Mirinek bi guman a jinekê
12:43 2 dosyayên Aykol jê ceza xwarine şandin dadgeha bilind
12:07 Eskeran bi ser gelek gundên Amedê de girtin: Herî kêm 13 kes binçav kirin
11:53 Songula 12 salî ya wesayîta lê xist, jiyana xwe ji dest da
11:40 Ciwanê ku bi hevala xwe re rastî gefan hat serî li ÎHD'ê da
11:10 Xelîl Xemgîn: Lîstik bi ‘yekitiyê’ pûç dibin
Rotînda: Em ji Qamişlo heya Hewlerê bimeşin
10:17 Encu: Berpirsê komkujiya Til Rifatê û Roboskî yek in
10:16 Zorê li dayika ku zarokên wê rastî îstîsmarê hatin dikin ku dest ji doza xwe berde
09:32 Wesayîtên bê plake HDP'iyan dişopînin
09:14 Azad Bariş: Li hemberî polîtîkayên çewisîner pêdivî bi qadên berxwedanê heye
09:09 'Serevanî ji bo betalan alternatîfek e '
09:06 Di sir û seqema Erziromê de karê înşeatê dikin
Qrîza aborî heye, kar tune ye
09:04 Yolerî: Mafên herî sereke tên binpêkirin
09:02 Şaredariyên HDP'î ji GABB'ê vekişiyan
09:01 Bi beramberiya karê li diyanetê sîxurtî lê ferz kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:28 Endamên HDP'ê yên Panosê hatin girtin
07/12/2019
17:43 ‘Dermankirina girtiyên nexweş asteng dikin'
16:56 Eskeran bi ser gund de girt: Bavê 3 zarokan Murat Kaya hat kuştin
16:26 Girtiyê nexweş ji ber rapora wî winda bûye bernadin
16:03 Xizmên windayan: Bila kevirekî me yê gorê hebe
15:43 Aborinas: Krîza civakî dê bidome, krîza şer sor dike, aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye
15:00 Xwestin girtiyê nexweş Ozel were berdan
14:46 Rojnamevanan got: Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin
14:17 Ji bo mîtînga Bakirkoyê bang kirin: Em bi daxwazên xwe dakevin qadan
14:15 Dayikên Şemiyê: Windayên me awêneya pergalê ne
13:47 Temellî: Nexşeya feqîriyê li bajarên Kurdistanê tê dîtin
13:29 Partiyên Kurd: Em mecbûr in bibin bersîva gelê xwe
12:49 "Têkoşîna jinê û têkoşîna tenduristiyê girêdayî hev e"
12:30 Jina ku Serokê Egîtim-Bîr-Sena Amedê Memîş gef lê xwarin alîkarî xwest
12:08 Taş: Ev ne qeyûm e dagirkirina şaredariyê ye
11:17 Ferît Şenyaşar: Dozger li dijî me parêzerî kiriye
10:42 Qeyûm tayînî şaredariyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê kirin
10:09 Ji 2123 pêşniyarnameyên partiyên muxalîf tenê 45 hatin dîtin
10:01 Bi boneya gotina ‘Refleksa dîktatoriyê’ Zirig xistin ber lêpirsînê
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Awîskê kirin
09:08 'Krîza mafên mirovan heye'
09:06 Xwendekarên kurd ji ber êrîşên nîjadperest dev ji dibistanê berdan
09:04 Di vê sar û seqemê de li derve radizên!
09:03 70 sal in xizêm di pozê wê de ye
09:00 Dadgehê cezayê ji ber silavdayînê hatibû birîn betal kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2019'AN
06/12/2019
21:54 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 3 girtiyan 5 muebbet û 78 sal ceza birî
16:54 Li Alanyayê 29 kes hatin binçavkirin
16:35 Endamên meclisê yên HDP'î yên di bin çavan de hatin berdan
16:10 Rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan jiyana xwe ji dest da bir Meclisê
15:50 Parlamentera HDP'ê Hatimogullari xwest bûyerên li Turkoglu ronî bibe
15:50 Qatilê Ceren şandin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê
15:34 Ji bo hevşaredarên di bin çavan de parêzeran sînordar kirin
15:27 Tirkiyeyê qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê kir
15:20 ‘Dewlet ji mafê dabînkirina tenduristiya girtiyan berpirsiyar e’
15:08 Sempozmuya Enerjiyê didome: Bendava Ilisû girêdayî polîtîkayên ewlekariyê ye
14:42 Serdozgeriyê serlêdana malbata Ocalan red kir
14:21 Di meha Mijdarê de 126, di 11 mehên dawî de jî 1606 karkeran can dan
14:21 Parêzeren Baroya Êlihê taciza li dijî parêzera jin şermezar kirin
14:07 Polîsan li Amed û Agiriyê 10 kes binçav kirin
14:05 Kubîlay: Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek neguheriye, tenê dijminahiya kurdan dikin
13:38 Li Osmaniyê, greva birçîbûnê ya girtiyan bi encam bû
13:30 Li Çiyayên Amanosê operasyon: 2 jê giran 4 leşker birîndar bûn
13:20 Malbata Demîrtaş qeza kir
12:51 Ji partiyên kurd deklarasyona yekîtiyê: Werin em vê meşê bi hev re bigihînin serfirazî û tifaqê
12:45 Li Misircê midurê dibistanê tundî li xwendekaran kir
12:00 Li Fransayê greva dîrokî di roja duyemîn de didome
11:57 Qatilê Ceren Ozdemîr sewqî Şirnexê kirin
11:41 Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi tiryakê ve hat binçavkirin
11:04 Turkdogan bersiva Soylu da: Ez bawerim Soylu li welatek din dijî
10:59 HDP’ê şerh danî: Ev butçe ya şer û îsrafê ye
10:15 'Mafê kesên bi zorê hatine koçberkirin tê paş guhkirin'
10:05 Li dawetek Seqizê teqîn: 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn
10:01 Qeyûm tayînî şûna 70 endamên HDP’ê yên GABB’ê hat kirin
09:44 Nivîskar Çîlîngîr: Nasnameya Rûm 100 salin wekî kêm tên dîtin
09:35 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
09:31 Ne dibihîsin ne jî dikarin xeber bidin
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê tevî kûçikan davêjin ser qawîşan
09:16 Civaknas Şedal: Krîza aborî şideta li ser jinê zêdetir dike
09:15 Pêşmergê berê: Dem dema ji bo yekîtiyê ye
09:14 ‘Em şahidê rojnamevaniya Eser û Topaloglû ne'
09:14 Bîlgen: Tu hêleke hiqûqî ya heczên tên kirin tuneye
09:13 Esnafên nikarin çerxa xwe bigerînin hindik mane dikanên xwe bigirin
09:12 Ciwanên HDP’î li Wanê atolyeyên ziman û çandê vedikin
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN
05/12/2019
23:08 Di dema avêtina ser malê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
21:31 Şeva 'jinên kurd û helbestan' hat lidarxistin