AGIRÎ - Di 6'ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan eskeran bi ser gund de girt. Di serdegirtina gund de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 10 kes hatin binçavkirin. Heteya HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk dihat, bi boneya lêkolînê xwestin biçin gund. Lê eskeran destûr nedan ku heyeta HDP'ê têkeve gund. Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç bertek nişanî eskeran da û got: "Li gundî kijan rastiyê ji me vedişêrin?
Di 6'ê kanûnê de esker û polîsan bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agirê de girtibûn. Di serdegirtina esker û polîsan de bavê 3 zarokan Murat Kaya jiyana xwe ji dest dabû. 10 kes jî hatibûn binçavkirin. Piştî êrîşa esker û polîsan, gundî dev li dibistanagund kom kirin û li gund lêgerîn kiribûn. Esker û polîsan di serdegirtina gund de Hansm Aksoy, Gonul Aksoy, Bîrgul Çetîn, Zozan Kaya, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Kemal Aksoy, Sidik Çetin û 2 kesên navên wan nehat zanîn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin rastî îşkenceya polîs û eskeran hatin. Gundî Cemal Aksoy ê rastî lêdan û îşkenceya polîsan hat rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwardehiyê ya Wanê. Hat diyar kirin ku Aksoy di bin çavdêriya eskeran de tê dermankirin.
WEZÎR GOT PKK’Î NE, BAVÊ 3 ZAROKAN Û ŞÊNIYÊ GUND E
Piştî serdegirtina esker û polîsan a gund, Wezîrê Karên Hundir daxuyanî da. Wezîr diyar kiribû ku di şer de 4 PKK'î hatine bê tesîrkirin. Di 7'ê Kanûnê de Xwişka Murat Kaya Mehzer Yalçin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîbû û diyar kiribû ku kesê ku eskeran ew kuşt û wezîr ew wekî PKK'î nîşan da birayê min Murat Kaya ku bavê 3 zarokan e. Yalçin, diyar kiribû ku piştî eskeran bi ser gund de girtin meraq kirin û derketin derve û dema nêzî eskeran bûn dengê çekan hatiye û wiha got: “Piştî dengê çekan hat em reviyan. Wê demê birayê min nêzî eskeran bû. Birayê min ê din Fettah Yalçin jî derketibû derve. Birayê min Fettah Yalçin binçav kirin. Niha birayê min li ku di bin çavan de ye em nizanin. Dema em çûn qereqolê eskeran em qewirandin. Eskeran bi dehan gundî binçav kirin. Eskeran kal û pîr tev li dibistanê kom kirin, Bi dihan gundî binçav kirin. Birayê min bê sûc e."
DESTÛR NEDAN HEYETA HDP'Ê
Heteya HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk dihat, bi boneya lêkolînê xwestin biçin gund. Lê eskeran destûr nedan ku heyeta HDP'ê têkeve gund. Heyeta ji Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Murat Sarisaç, Berdan Ozturk, Mensur Işik û Abdullah Koç pêk dihat, ji bo li gund lêkolîn bikin xwestin biçin gund. Lê eskeran heyet li ser rêya gund rawestdand û bi hinceta "Operasyon didome" destûr nedan ku heyet têkeve gund.
Li ser navê heyetê parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç daxuyanî da û got: "2 roj berê li Gundê Mûşiyan ê Dûtaxê eskeran operasyon li dar xistin. Sivîlekî jiyana xwe ji dest doaey. Sivîlên din zerar dîtin. Piştî operasyonê hemû şêniyên gund li dibistanê kom kirin. Têkildarî vê mijarê em bi walîtiyê re axivîn. Walîtiye diyar kir ku tenê sivîlek zerar dîtiye û ji piyê xwe birîndar bûye. Lê pişt re em fêr bûn ku Murat Kaya jiyana xwe ji dest daye."
LI GUND RASTIYEKÊ VERIŞÊRIN
Koç, anî ziman ku wekî heyeta HDPê xwestin biçin gund lêkolîn bikin û wiha got: "Li vî gundî rastiyekê vedişêrin. Naxwazin em biçin wê rastiyê bibînin. Niha li pêş me esker hene. Me asteng dike. Destûr nadin em têkevin gund. Dixwazin tişta di salên 90’î de dikirin niha dubare bikin. Naxwazin em û çapemenî biçin gund. Em hîs dikin ku li vî gundî bûyerên nebaş pêk hatine. Gel gilî dike. Niha 10 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Em dixwazin biçin bibînin. Em dibîjin werin em bi hevre biçin li gund binerin ka li gund çi dibe. Li vî gundî mafê mirovan ê jiyanê tê binpêkirin. Kesên tên binçavkirin rastî îşkenceyê tên. Parêzerê hat vir, ji aliyê cendirmeyan ve rastî tundiyê hat. Cendirmeyan bi milê wî girtin û avêtin derve. Li vir hiquq tê binpêkirin."
Heyeta HDP'ê piştî daxuyanî da vegeriyan Agiriyê.