AMED - Li navçeya Farqînê, R.A. yê tacîzî zaroka 14 salî kir hat binçavkirin.
Li Taxa Selahattîn a navçeya Farqînê ya Amedê, hat îdîakirin ku zilamê 35 salî R.A. tacîzî zaroka 14 salî kiriye. R.A. îro hat binçavkirin. Li gorî îdîayan, zaroka keç a 14 salî ya navê wê nehat zanîn, dema ku di rê de di meşiya rastî gotinên tacîzî yên R.A. hat.
Dayika zaroka 14 salî ya agahiya wê ji bûyer çêbû, li kulanan dest bi lêgerîna R.A. kir. Dayika ku li Taxa Tekel rastî R.A. hat, bangî polîsan kir. Dayikê derbarê R.A. de gilî kir. Welatiyên şahidên bûyerê jî bertek nîşanî R.A. dan.
Polîsên ku hatin cihê bûyerê R.A. binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeya Farqînê.