ENQERE - 2 dosyayên Nivîskar û Rojnameger Huseyin Aykol ên dadgeha herêmî ceza lê birîbûn şandin dadgeha bilind.
Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Aykol, berê rastî 3 sal û 9 meh ceza hatûbû. Dadgeha Îstinafê ceza erê kiribû. Piştî erêkirina ceza Aykol di 11'ê Tîrmeha 2019'an de hat girtin û di çarçoveya pakêta Reforma Darazê de di 25'ê Cotmeha 2019'an de hatibû berdan.
Ji 5 dosyayên Aykol ên li Dadgeha Îstinafê jê 2 dosyayên wî şandin dadgeha bilind. Yek ji dosya doza Aykol a şandin Dadgeha Bilind, dosya ku 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 7 hezar TL cezayê pereyan birîbû.
Yek ji dosya din jî dosya ku 27'emîn Daîreya Ceza ya 1 sal û 3 meh û 12 roj ceza lê birûbû.