ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê berê Ferhat Encu yê li Roboskê gelek xizmên xwe di komkjiyê de winda kirin, diyar kir ku komkujiya li Til Rifatê ya 8 zarok 10 kes hatin kuştin û komkujiya Roboskê dişibin hev û berpirsiyar jî heman kes in. Encu, destnîşan kir ku heta hesab neyê pirsîn komkujiyên bi vî rengî dê bidomin.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 gundê Roboskê bombe kir û 19 jê zarok 34 welatî hatin kuştin. Di 2'ê kanûna 2019'an de jî Endamên Artêja Nîjadî ya Sûriyeyê SMO) li Til Rifatê ya Şehbayê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 8 jê zarokên temenê wan di navbera 3 - 15 salî de, bi giştî 10 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûn. Têkildarî komkujiya Roboskê û Til Rifhatê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Ferhat Encu ku di heman demê de gelek xizmên wî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, nirxandin kir.
'BERPIRSIYAR HEMAN KES IN'
Encu, destnîşan kir ku berpirsiyarê Komkujiya Roboskê û Til Rifhatê heman kes in û wiha got: "Ev encama polîtîkaya li dijî gelên Rojava êrîşa komkuiyê ye. Ev polîtîka, heq, hiqûq mafên mirovan û demokrasiyê esas nagire. Bi temamî dixwazin demografiya herêmê bigurînin. Dixwazin bi zorê gelê herêmê koç bikin û mirovên xwe li herêmê bi cih bikin. Piştî komkujiya li Til Rifatê wêneyên di çapemeniyê de hatin weşandin, duyemîn bûyera Roboskî raberî me dike. Yên li Til Rifatê komkujî pêk anîn, kesên li Roboskî komkujî pêk anîn e. Piştî heman ferasetê ev komên çeteyan xwedî kirin, îro van çeteyên bi destê kujerên Roboskê mezin bûn li Til Rifatê komkujî kirin. Berpirsiyar heman feraset û heman kes in."
Encu, destnîşan kir ku dîmenên derketin holê di piraniya civakê de hesta komkujya Roboskê zindî kir û wiha got: "Ev êş min bi xwe di sala 2011’an de jiya. Qerîna wan dayikan û qerîna dayikên Roboskî yek bû. Her bedenek li wir li erdê hatibû dirêjkirin wekî bedena birayê min û xizmê min hat berçavê min. Bi taybetî nêzî salvegera Roboskî ev bûyer pêk hat. Êşa me bêtir tev rakir. Di vê mehê de tenê komkujiya Roboskî pêk nehat. Gelek komkujî pêk hatin."
LI SER KURDAN KOKUJÎ HEYE
Encu, anî ziman ku li Til Rifatê jî wekî Roboskî sûcê mirovahiyê hatiye kirin û wiha lê zêde kir: "Îro dibe ku berpirsiyar û saziyan ser Roboskê bincil kiribin. Lê yên ev sûc kirine di wîcdanê civakê de hêj sûcdar in û hêj nehatine cezakirin. Heta hesab neyê pirsîn emê şopdarê wê bin. Komkujiya Til Rifatê jî dê bê hesab nemîne. Ev êrîş ne tenê li dijî Til Rifatê pêk hatiye. Li dijî hemû gelê Rojava pêk ketiye. Ev êrîşa li dijî Statuya gelê Kurd e. Ger ku em hesap ji komkuiyekê nepirsin, em rê lipêş komkujiyek din vedikin. Ji ber kujerên Roboskî nehatin darizandin û cezakirin îro ev komkujî pêk hat. Komkujiyên li Cizîr, Silopi, Hezex, Şirnex û Surê pêş ketin, encama polîtîkayên bêcezakirinê ye. 100 salin tişta hatiye serê me hesabê wê nehatiye pirsîn. Ger ku em bi rêyên hiqûqî û demokratîk hesab bipirsin, ev bûyer dubare nabin. Her ku polîtîkayên bê cezakirinê bidomin dê komkujiyên wekî yên Roboskî, Til Rifat û yên din bidomin
Encu, herî dawî da zanin ku an dê her dem van êşan bijîn, an jî dê li dijî van komkujiyan têbikoşin û dawî li van komkujiyan bînin. Encu, bibîr xist ku kengî bertek û nerazibûnên civakê bi rêxistin kir û li dijî van komkujiyan bi rêxistin û yekîtî têkoşiyan dê karibin dawî li van komkujiyan bînin û got: "Evê em bêjin ger ku tu gel qetil bike, gel jî dê hesab ji te bipirse. Niha ne tenê bi awayekî fîzîkî komkujî heye. Komkujiya siyasî û civakî jî heye. Tayînkirina qeyûm mînaka vê yekê ye. Divê li djî van komkuiyan em muxalefeta civakî û demokratîk pêş bixin û mezin bikin."
MA / Ahmet Kanbal – Müjdat Can