HATAY - Dayika 2 zarokên ku rastî îstîsmara bapîrê xwe hatin G.O., diyar kir ku zorê li wê dikin ku dest ji doza xwe berde û got: “Ji bo ku jiyaneke nû bidim zarokên xwe, ez ê dest ji vê têkoşîna xwe bernedim.”
Dayika du zarokên 14 û 15 salî yên li navçeya Arsûz a Hatayê rastî îstîsmara zayendî ya bapîrê xwe C.O. hatin G.O., zext û zoriyên li ser xwe vegotin. Dayika 2 zarokên G.O., anî ziman ku ji ber ku wê derbarê îstîsmara zarokên xwe de gilî kir, her tim tê acizkirin û wiha axivî: “Zorê li min dikin ku ez dest ji doza xwe berdim. Lê ligel hemû gefan jî ji bo bersûc ceza bigire ezê têkoşîna xwe dewam bikim. Bersûc hîna jî nehatiye girtin. Danişîna me ya yekemîn di 13’ê Mijdarê de hat dîtin. Bersûc xwe bi gotinên ‘di navbera me de neyartî heye. Dayika zarokan vê li hev tîne’ parast. Di navbera me de tu neyartî tuneye. Bersûc li Midûriyeta polîsan îfadeya xwe cuda da û li dadgehê jî ev îfadeya xwe înkar kir.”
BAL KIŞAND SER PIŞTEVANIYÊ
G.O., diyar kir ku ew û bersûc berê cîranên hev bûn û wiha got: “Piştî ku ev bûyer derket holê, ji bo ku zarokên xwe biparêzim, min mala xwe barkir cihek din. Di vê pêvajoyê de hevjînê min jî bêkar me. Bi piştevaniya jinan min karî xwe li ser piyan bigirim. Di vê pêvajoyê de ligel Şaredarî û Qeymeqamtiya Arsuz, Platforma Jinan a Îskenderûnê piştgirî dan min û kirêya mala min dan. Ji bo ku ez jiyanek nû bidim zarokên xwe min mala xwe bar kir û derbasî male din bûm. Ez niha bi piştevaniya jinê têkoşîna xwe dewam dikim.”
'RARORA BI NAKOK DAN’
G.O. di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ez û zarokên xwe niha tedawiya derûniyê dibînin. Min zarokên xwe birin du nexweşxaneyên Edeneyê. Ligel ku bijîşkan gotin, ‘Zarok derxistina derve. Rastî zextên derdûrê hatin. Daxwaza van zarokan a întîxar kirinê heye’ jî, rapora ku ‘tenduristiya wan a ruhî nebaşe’ nedan zarokên min. Niha zarokên dermanên antîdepresan vedixwin. Rapora ku dane min jî ne li gorî vê rewşê ye û bi nakoke.”
ZEXTÊ LI DIKIN
G.O. dest nîşan kir ku ji bo ku giliya xwe paşve bikişîne, zext lê tê kirin û wiha domand: “Zarokên min bi tena serê xwe nikarin herin parkê. Di nîveka kolanê de rê li hevjînê min digirin. Kesên nasnameyên wan nediyar, bi hejmarên veşartî li me digirin. Derengiya şevê li deriyê min dixwin. Keviran davêjin berbanka me. Gelo niha ewlekariya canê min emanete kiye? Aşkere kirina vê bûyerê ma sûce? “
G.O. di dawiya axaftina xwe bang li hemû dayikan kir û got: “Bila hemû liv û tevgerên zarokên xwe bi baldarî bişopînin. Divê nebêjin, ji xwe wisane. Bila zarokên xwe nîşanî pisporan bikin û dema zarokên wan rastî tacîz û îstîsmarê bên bila tu carî ne veşêrin.”
MA / Hamdullah Kesen