STENBOL - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Baariş, got: "Kesên di rêya ku Apê Mûsayan vekiriye de dane pey heqîqetê, niha jî bi heman zext û zoriyan û girtinan re rû bi rû dimînin. Li hemberî zext û zoriyan pêdivî bi qadên berxwedanê heye."
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Tirkiye, di nav 187 welatan de di rêza 157'an de ye. Li gorî daneyên Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) jî li Tirkiyeyê 139 rojnamevan girtîne. Li gorî rapora meha Mijdarê ya ÎRA'yê, polîsan avêtiye ser mala 8 rojnamevanan, 12 rojnamevan hatine binçavkirin û ji ên hatine binçavkirin 4 jê hatine girtin. Di meha Mijdarê de 5 rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû mane û 51 rojnamevan jî hatine darizandin. Di dawiya darizandinan de li 12 rojnamevanan bi giştî 45 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, destnîşan kir ku zext û zoriyên li ser rojnamevanan di asta herî bilind de ne û got, li hemberî zext û zoriyan pêdivî bi qadên berxwedanê heye.
ZEXT Û ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ
Bariş, destnîşan kir ku tevî hemû rexneyan jî ji nirxên herî girîng ên cîhana nûjen yek jê azadiya îfadekirinê ye û got, pergal di warê şaristaniyê de di nav krîzeke kûr de ye û her diçe bêqîmet dibe. Bariş, anî ziman ku her wiha divê mirov wekî krîza azadiyan jî li vê krîza pergalê binere û got: "Binpêkirinên di warê maf û îfadeyê de li Tirkiyeyê zêde pêk tên. Krîzên li welat hemû perçeyeke krîzên kûrewî ne. Her wiha hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê pêvajoyên avakirina rejîmên populîst n rastgir û rêveberiyên wan ên çewisîner bi vê yekê ve girê dayîne. Lê belê tişta niha li holê ye krîzên pergala heyî bêyî planên çareserkirinê ne. Loma em dibînin li hemberî vê têkoşîneke ji bo maf û azadiyan pêk tê."
Azad, destnîşan kir ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha sed sal derbas bûye, lê belê di vî sed salî de tu carî azadiya îfadekirinê wekî mafekî sereke nehatiye parastin û got: "Rejîma kemalîst jî otorîter bû. Li gor qanûnên xw etev digeriya û li gor normên xwe yên hiqûqî hereket dikir. Lê mixabin niha em bi pergaleke faşîzan re rû bi rû ne ku li gor qanûnên xwe jî tev nagere û rêgezên dewleteke modern a lîberal jî bin pê dike. Wekî hemû rejîmên çewsîner bloka AKP-MHP'ê jî, rejîma xwe ava dike û dixwaze dengên cihê biçewisîne. Ji ber vê rejîma çewisîner îro dengên cuda an di girtîgehan de ne an jî terka welat kirine an jî hatine bêdengkirin."
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ Û ÎFADEYÊ
Bariş, destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê perçeyeke bivênevê yê azadiya îfadeyê ye û got, ji ber hin komên pîşeyî li ser asasên azadiya îfadeyê ne pir girîng in û yek ji van komên pîşeyî jî rojnamevanî ye. Bariş, anî ziman ku ji ber li Tirkiyeyê ev mekanîzma nayêşuxulandin, di serî de muxalif û kurd her roj bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Bariş, destnîşan kir ku Tirkiye hem di warê çewisandinan hem jî di warê azadiyan de di nav kategoriya welatên sêyemîn de cih digire û ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ji hêla DMME'yê ve gelek caran hatiye mehkûmkirin.
AZADIYA ÎFADEYÊ TUNEYE
Bariş, anî ziman ku îktîdar dixwaze çapemeniyê hemû bitepisîne û got: "Dibêjin 'Na, li ser azadiya çapemeniyê zext û zorî tunene', ev gotin jî encamên rekleksa rejîma çewisîner in. Ev rewş, gefên li ser çapemeniyê teyît dikin. Têkiliya ku îktîdar bi çapemeniyê re datînin, têkiliyên bi civak û qadên azadiyê re datînin krîstalîze dike. Mînaka Naziya Almanyayê û Goebbeles, îlhama rejîmên çewisîner hemûya ye. Heger li welatekî azadiya çapemeniyê tunebe ne mumkun e ku mirov li wir behsa azadiya fikr û ramanaê, azadiya akademiyê û bi giştî azadiyan bike."
'BERXWEDAN DIVÊ'
Bariş, bal kişand ser Pergala Hikûmeta Serokomariyê ku piştî referandûma 2017'an ket meriyetê û got: "Di vê pergalê de bi çavekî dijminane li çapemenî û saziyên akademiyê tê nerîn û tê xwestin ev sazî bên tunekirin û kontrolkirin. Îjar kesên derî vê avaniya epîstemolojîk ên îktîdarê dimînin jî tê xwestin bên kontrolkirin. Divê zextên li ser rojnamevanan jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin û li hemberî van polîtîkayên çesîner jî pêdivî bi berxwedanê heye."
‘ÇAPEMENIYA AZAD HEBÛNA XWE DIPARÊZE'
Bariş, destnîşan kir ku hîn jî xeteke çapemeniyê ya berxwedêr û li ber polîtîkayên çewsîner ên îktîdarê serî natewîne heye û got, ewynî wekî pîvaneke fizîkê cihê ku çewisandin lê hebe berxwedan jî heye. Bariş, diyar kir ku îktîdar ji bi hebûna xwe serî li çewisandin û girtinan dide û got, kevneşopiya çapemeniyê ya li ber çewisandinên îktîdarê serî natewîne bi awayekî berxwedêr dide pey heqîqetê. Bariş, bibîr xist ku saziyên çapemeniya azad tenê ne di îktîdara AKP-MHP'ê de, bûne hedefa hemû rejîm û hikûmetan û got: "Wekî tê zanîn di 3'yê Kanûna 1994'an de Rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin. Bombekirina rojnameyê êrîşên li ser çapemeniya azad krîstalîze dike. Gelek kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, hatin girtin û hatin kuştin. Kesên di rêya ku Apê Mûsayan vekiriye de dane pey heqîqetê, niha jî bi heman zext û zoriyan û girtinan re rû bi rû dimînin."
MA / Erdogan Alayûmat