WAN - Firat Namaz ku li erseyeke vala du sera avakirin û dest bi çandiniyeke organîk dike, ji biharê heta payizê xiyar, îsot, bacanê sor û pîvazan; zivistanê jî kelem, tirp, roka, gijnîj, hêliz û marolan diçîne.
Li Taxa Halîlaga ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Firat Namaz li erseyeke vala du sera çêkirine û dest bi çandiniya organîk kiriye. Namaz, ji biharê heta payizê xiyar, îsot, bacanê sor û pîvazan; zivistanê jî kelem, tirp, roka, gijnîj, hêliz û marolan diçîne. Namaz, 7 sal in serevaniyê dike û got, serevanî ji bo betalan alternatîfek e.
Namaz, anî ziman ku li taxên derî bajêr hema bêje li ber her malê erseyên vala hene û mirov dikare van erseyan bi kar bîne. Namaz, destnîşan kir ku heger sazî destekê bidin wê li bajêr serevanî pêş bikeve û got, çêkirina sereyên ku bi sedan kes karibin lê bixebitin ne zehmet e.
MIROV DIKARE ERSEYÊN VALA BIKE SERA
Namaz, diyar kir ku erseya ku sereya xwe li ser çê kiriye berê vala bûye û berê notirvaniya wê dikir û di sala 2012'an de şaredariyê destek daye wî û sera çê kiriye. Namaz, bal kişand ser girîngiya çandiniya organîk û got: "Ji sala 2012'an ve çandiniyê dikim. Ji Gulanê heta Tebaxê bacanê sor, xiyar, îsot, bexdenûz, roka, pîvaz hwd. diçînim. Paşê mehekê du mehan disekinim da ax bêhna xwe bide û dû re vê carê şînahiyê datînim. Em bi derfetên xwe çê dikin. Her tiştê me ji axê ye. Gava me seraya xwe ya ewil çê kir me zebze belaş dan şêniyên taxê. Wisa xuyaye ez ê qîma xwe bi van her du serayan tenê neynim. Heger destek çê bibe ez ê hejmara serayan zêde bikim."
ÇANDINIYA ORGANÎK
Namaz, da zanîn ku her zebze û fêkî wexteke wan heye û got: "Em şitlên xwe ji Mêrsîn û Alanyayê tînin. Paşê em van şitlan datînin. Mehek şûnde ber digirin. Xiyar zû çê dibin, lê îsot û bacanên sor hinekî dereng. Em 3-4 mehan zebze difiroşin. Ji ber em zebzebên organîk hildiberînin derdor ji me memnûn e. Carinan şêniyên taxê tên vira bi destê xwe zebzên xwe jê dikin. Ev kelemên hûn dibînin min ji bo ceribandinê çandin. Sala bê ez ê zêdetir biçînim. Kelehm ji sermayê hez dike û li vira bi rihetî şîn tê. Em perekende difiroşin."
Namaz, anî ziman ku heger destek hebe wê li bajêr qadeke mezin a îstihdamê çê bibe û got: "Divê mirovên vî karî dikin bên destekkirin. Û divê hejmara serayan zêde bibe. Wê bi vî awayî hejmara betaliyê kêm bibe. Mirov dikarin nanê xwe ji axê derxînin. Loma divê sazî barê dikeve ser milê wan pêk bînin û destekê bidin."