ERZIROM - Li Palandokenê, karkerên di sar û seqemê de li ser înşaeta Sîteya Mermervanan dixebitin, bal kişandin ser qrîza aborî û gotin: "Salê carekê karek bi dest me dikeve û em mecbûr in bixebitin."
Li navçeya Palandoken a Erziromê rewşa hewayê di bin sifirê de 10 derece ye. Karkerên înşeatê yên di vê sar û seqemê de dixebitin, diyar kirin ku salê carekê karek bi dest wan dikeve û mecbûr in bixebitin. Karkerên di înşeata Sîteya Mermervanan de dixebitin, bal kişandin ser qrîza aborî û gotin, ew mecbûr in bixebitin.
Hosteyê dîwaran Metîn Gungormez ê 53 salî bibîr xist ku salê 10 mehan betal in û got: "Salê carekê karek bi dest me dikeve, em mecbûr in bixebitin. Çimkî êvarî gava biçim malê qet nebe di dest min de nanek heye û diçim. Ji ber tiştekî me tuneye, em li vira dixebitin. Qrîza aborî heye û peydakirina kar pir zehmet e."
'EM NEXEBITIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN'
Gungormez, diyar kir ku sibehê saet di 8'an de dest bi kar dikin û got ji bo serma negirin agir vêdixin. Gungormez, got: "Heta nîvro em dixebitin û xwe li ber agir germ dikin. Lê gava patron tê û dibîne em sekinîne dixeyide. Heta kar neqede heqê me jî nadin me. Heke em vî pereyî jî qezenc nekin em ê birçî bimînin. Ji xwediyê xanî bigire heta marketê deynê gelek kesan li min heye. Serokomar her roj dibêje rewşa aboriyê baş e. Lê her diçe rewş xirabtir dibe. Derdê me pir in, lê em nikarin bêjin."
'12 MEHAN BETAL MAYE'
Kasim Kaya yê 23 salî jî destnîşan kir ku di hewaya sar de zehmetiyê dikişînin û got: "Çend sal berê kar hebû û em dixebitîn. Lê îsal ji ber kar tunebû 12 mehan betal mam. Ev 3 roj in dixebitim. Îsal ji ber krîza aborî hema bêje kar tunebû. Niha yewmiyeya min 140 lîre ye. Ji xwe xwarin û vexwarina me aîdî me ye. Heta diçim malê heqê cixarê, heqê rê 30 lîre diçe. Her roj ceryan, gaza xwezayî biha dibe. Sebeba van tiştan AKP ye. Heger em rojekê nexebitin em deyndra dibin"
MA / Dîndar Karataş