STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku civak bi binpêkirinên mafan ên mezin re rû bi rû dimîne û got: "Mafên herî sereke jî tên binpêkirin edalet pir kêm bûye. Em dikarin bêjin ku em bi dîmeneke tarî re rû bi rû ne."
Di ser qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan re 71 sal derbas bûn. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di sala 1948'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin û di 10'ê Kanûna 1948'an de li Parîsê hat qebûlkirin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêer Gulseren Yolerî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê nirxandin.
'DIVÊ EM QADÊN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'
Yolerî, bal kişand ser mafên mirovan ên sereke û guherîna wan û got, pênaseya wan ji mafên şexsî heta mafên gelan dewlemend bûne. Yolerî got: "Loma divê em ÎHD hîn berfirehtir bifikirin û qadên xwe yên têkoşînê berfireh bikin. 33 sal in em di nav têkoşînê de ne. Lê belê hîn jî zext li ser mafê jiyanê, mafê îfadekirinê û mafê fikra azad hene."
Yolerî, destnîşan di her warî de binpêkirina mafên mirovan çê dibin û gelek kes serî li komeleya wan didin û got: "Hem di warê binpêkirina madan de hem jî di warê binpêkirina mafên mezaxêriyê de serlêdan çê dibin. Di warê îstismarkirina zarokan, şideta li ser jinê, binpkirina mafê tenduristiyê, pirsgirêkên li girtîgehan, binpêkirina mafê geştê hwd. de mirov serî li komeleyê didin. Lê ji van serlêdanan tenê hin jê derdikevin pêş."
‘DÎMENEKE TARÎ'
Yolerî, da zanîn ku serlêdanên ji bo binpêkirina mafan di sala 2019'an de zêde bûne û got: "Bi van re şidet jî derdikeve holê. Bûyerên întiharê yên ji ber krîza aborî, bûyerên şideta li ser jinê jî di nav de em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Edalet pir kêm bûye. Em dikarin bêjin ku em bi dîmeneke tarî re rû bi rû ne."
Yolerî, bal kişand ser bêedaletî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên jî û got, têkoşîna wan a sereke ji bo girtina girtîgeha ye.
‘DEWLET HEMAN DEWLET E'
Yolerî, bibîr xist ku ji roja dewlet ava bûye heta niha mantalîteya xwe diparêze û ji roja ava bûye heta niha li ser komkujiyan xwe ava dike. Yolerî, gora Seyîd Riza mînak de û got, mesela hîn jî gora Seyîd Riza tê veşartin û nayê aşkerekirin. Yolerî, got: "Cinayetên kiryar nediyar di nêz de jî pêk hatin û hîn jî hin malbat li gorên xwe digerin. Yanî dewlet heman dewlet e." Yolerî, diyar kir ku heta ev mantiqa dewletê neyê çareserkirin wê rewşên bi vî rengî bidomin.
Yolerî, destnîşan kir ku bi boneya hefteya mafên mirovan ew ê gelek çalakiyan li dar bixin û ji bo mafên mirovan bang li civakê kir ku xwe bi rêxistin bikin.
MA / Mehmet Halît Çetînbaş