AMED – Piştî di GABB'ê de qeyûm tayînî şûna 70 endamên meclîsê yên HDP'ê hat kirin, şaredariyên HDP'î ji GABB'ê vekişiyan.
Heta niha qeyûm tayînî 28 şaredariyên HDP'ê hatine kirin. Piştî tayînkirina qeyûman li Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilatê (GABB) jî ji 101 endamên meclîsan ên HDP'î qeyûm tayînî şûna 70 endamî hat kirin. Piştî vê HDP'ê ji yekîtiyê vekişiya.
Piştî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji peywirê hat girtin, Walî Hasan Basrî Guzeloglû ku Wezareta Karên Navxweyî ew kir qeyûm, Guzeloglû xwe kir wekîlê serok ê GABB'ê. Piştî qeyûm tayînî şûna 70 endamên meclîsê yên HDP'Î hat kirin, HDP'ê biryarek girt.
Şaban Karataş ku endamê meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bibîr xist ku li gor nifûsê ji bo yekîtiyê endamên emclîsê tên hilbijrtin û got: "Di civîna ewil de rêveberiya GABB'ê tê diyarkirin. Di rêveberiyê de 5 encûmenên daîmî û komîsyon hene. Di civîna ewil de me rêveberiya xwe diyar kir. Yekîtî, yekîtiyeke wiha ye ku tu eleqeya wê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tuneye û bi serê xwe ye. Lê ji ber qeyûm tayînî şaredariya mezin kirin, tayînî wir jî kirin. Di civîna ewil de qeyûm Waliyê Amedê bi awayekî bêhiqûqî xwe kir wekîlê serok ê yekîtiyê."
VEKIŞIYAN
Karataş, anî ziman ku yekîtî ji bo şaredariyên herêmê pir girîng bû, lê belê piştî tayînkirina qeyûman bêerke hatiye hiştin û piştî qeyûm tayînî şûna 70 endamênw an hatiye kirin wan jî biryar girtiye. Karataş, got: "Tu endamên HDP'Ê tev li civîna 28'ê Mijdarê nebûn. Çimkî civîneke nelirê hat çêkirin û bi awyaekî bêhiqûqî rêveberiyek hat avakirin. Li ser vê şaredariyên HDP'î biryar girtin û ji GABB'ê vekişiyan. Şaredariyên HDP'î di hefteya ewil a Kanûnê de ji yekîtiyê vekişiyan."
MA/ Fethî Balaman- Gulîstan Dînç