MÊRDÎN - Xwendekarê Zanîngeha Artûklûyê Hatîp Oncu ku hat binçavkirin, anî ziman ku di binçavan de 3 kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine. Oncu, serî li dozgeriyê da.
Xwendekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Hatîp Oncu, di 27'ê Mijdarê de di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin. Oncu, anî ziman ku di binçavan de 3 kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin "sîxurtî" lê ferz kirine. Oncu, destnîşan kir ku lê belê wî ev ferzkirin qebûl nekiriye û ji ber vê heqaret lê hatiye kirin. Oncu, pêşî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û paşê jî serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.
KAR TEKLÎFÎ WÎ KIRIN
Oncu, diyar kir ku ew endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye û ji ber vê hatiye binçavkirin. Oncu, anî ziman ku di binçavan de polîsan xeber jê re gotine û heqaret lê kirine. Oncu, got: "Di bin navê sohbetê de gazî min kirin. 3 kes bûn, ji min re gotin ew îstixbaratvan in. Gotin, 'Ji xwe sicîla malbatê nebaş e. Tu yê nikaribî karmend. Tu badilhewa zanîngehê dixwînî. Were bi me re bixebite. Hevdîtinê bi rayedarên payebilind ên di nav partiyê re deyne. Bila haya me j hebe. Di çalakiyan de li pêş be, lê bila hayê me jê hebe. Heger tu bi me re bixebitî em di diyanetê de te deynin ser karê herî baş. Dewlet em in. Karmend di ber destê me re derbas dibin.'"
PERE JÎ TEKLÎFÎ WÎ KIRINE
Oncu, da zanîn ku kesên gotine "em îstixbaratvan in" jê re gotine "di dest me de belgeyên wisa hene ku heta 10 salan jî tu yê di girtîgehê de bimînî" û got: "Behsa hevaalên me yên berê hatibûn girtin kirin, gotin 'Te dît niha hevalê te di girtîgehê de ye. Ma tu jî dixwazî wiha bibî? Were bi me re bixebite, em ê aliyê te bikin. Ne hewce ye tu her roj biçî gund û bê. Em ê li vira ji te re cihekî peyda bikin. Heger tu bêyî binçavkirin tu yê neyê girtin. Di çalakiyan de tim li pêş be. Wê haya kesî ji te tunebe. Tenê wê ev her sê kes bi te zanibin.'"
Oncu, destnîşan kir ku berê jî hatiye binçavkirin û tiştên wiha lê hatine ferzkirin û got kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin gotine: "Bine ev bû dudo. Ev du care em bi te re xeber didin. vê carê me neşkîne". Oncu, destnîşan kir ku ji ber sîxurtî qebûl nekiriye heqaretî wî kirine û got jê re gotine: "Lê bine du saet in em bi te re xeber didin. Ma qey beleqeh bi te re xeber didin? Em ê careke din jî bi te rexeber bidin."
Oncu ku got "Ew dibên qey wê bi van polîtîkayên zext û zoriyê ciwanan bitepisînin" destnîşan kir ku ew ê dev ji doza xwe bernede.